Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin

“Meşa Azadiyê” ya bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hevdîtina parêzer û malbata wî tê astengkirin, were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn her ku diçe berfirehtir dibe.

Çalakvanên “Meşa Azadiyê” ya ber bi navçeya Gemlîka Bûrsayê ve ku ji wir diçin Girava Îmraliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in lê tê ragirtin, ji Êlih û Sêrtê bi rê ketin.

Welatiyên ji bo meşê ji Êlihê ketine rê, li herêma 3 Yolê hatin cem hev. Welatî li vir, di dema bendawariya haziriyên meşê de stran gotin û govend gerandin. Di wan kêliyan de bi piranî dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Piştî ku hazirî hatin temamkirin, welatî li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi navenda Amedê ve ketin rê.

Li Sêrtê jî wesayîtên welatiyên ji bo Meşa Azadiyê ketine rê, di derketina bajêr de hatin astengkirin. Welatî rêgirtina derveyî hiqûqî ji rayedaran pirsîn û polîsan bi devkî vê bersiv “Ferman wiha ye” da çalakgeran.

Welatiyên bertek nîşanî rewşê dane, helwesteke bibiryar nîşan dan. Welatiyên nêzî 2 saetan li ser rê hatine astengkirin, piştî destûrê dîsa ber bi Amedê ve ketin rê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar