Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji bo Mexmûrê ji bo Evîn Botan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo Evîn Botan (Emîne Kara) ku li paytexta Fransa Parîsê di 23'ê kanûnê de şehîd ket, li kampa penaberan a Mexmûrê konê sersaxiyê hat vedan.

Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK’ê û yek ji pêşengên tevgera jinan Evîn Botan (Emîne Kara) li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kon hat vedan, ku malbata wê li kampê ye.

Şêniyên wargehê bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê kirin. Beriya ku axaftin were kirin, di kesayeta şehîdên komkujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê li ser navê şêniyên wargehê Endama Kordînasyona Meclisa Îştan Nûran Sezgîn axivî û da zanîn ku wê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.

Nûran Sezgîn di axaftina xwe de bal kişand li ser komkujiya ku di 23’yê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê û wiha pêde çû: “Heval Evîn tevî hemû zor û zehmetiyan jî yek rojê jî dudilî jiyan nekir û gav paşde ne avêt. Ji ber ku wê sozek ji Rêber Apo re dabû, sozek ji şehîdan re dabû, ji ber wê hertim di nava têkoşînê de bû. Her wiha di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî xwedî seknekî pîroz bû, bi keda xwe, bi nêzîkatiya xwe, bi hembêzkirina malbatên Rojava cihê xwe di dilê her ferdekê de dabû çêkirin. Li ser vî bingehî dijmin bi zanebûn bi vî awayî pêkanî, dibe ku kesekî 69 salî be lê piyonek bû. Duh biryar hat girtin ku pêwîstiya wî kujerî bi tedawiyê heye, ji bo wê jî binçavkirina wî daye rawestandin, ev jî dide diyar kirin ku Parîs di pileya yekem de berpiryare. Eger komkujiya di 9’ê Çileya 2013’yan bihatibûya zelalkirin, ev komkujî jî çênedibû. Em dubare sersaxî ji malbat, rêheval û tevahî gelê kurdê xwedî wijdan re dixwazin.”

Li ser navê malbatê jî Ebdulah Kara axivî û destpêkê xêrhatina tevahî gelê amade kir û got: “ Em tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewinin. Şehîd hemû jî rûmeta me ne, nirxên  me yên herî pîroz in heta ku yek tenê jî hebe em ê vê rûmetê bi parêzin. Şehîd Evîn êdî ji kesekî malbatî derketiye, şehîda gelê kurd e. Heta dawiyê em ê li hemberî wan dirûtî û komploya têbikoşin.”

Piştî axaftinan li ber konê sersaxiyê diruşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bilind bû. Taziye berdewam dike. Wê di saetên êvarî de mewlîd were dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar