Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr in

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Elo li ser pêngava kurewî diyar kir ku divê ev pêngav di asta cîhanî hê berfirehtir bibe û wiha got: “Ji ber jin Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî yê azad û demokratîk ji xwe re wek heval dibînin hejmara jinan di çalakiyan de mezin dibe. Ev yek nîşan dide ku jin bi israr in Rêber Abdullah Ocalan azad bikin."

Dostên kurdan di 10’ê cotmeha 2023’an de li 74 navendên cihanê pêngava kurewî ”Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî“ dan destpêkirin. Di pêngavê de nûnerên sendîkayên siyasî, parlementer, çalakvan, saziyên civaka sivîl û kesên xelata Nobel a aştiyê bidestxistine beşdar bûn. Bi riya daxuyanî xwepêşandan pêngavên komkirina îmzeyan û pirtûkên Rêber Apo li gelek welatan hatin tên xwendin. Pêngav bi hemû leza xwe berdevam dike.
Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Elo têkildarî rêveçûna pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya di kantona Efrîn-Şehba ji ajansa me re axivî. Rîhan Elo li ser pêngavê ev tişt anî ziman: “Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan yekser bi gelek dozên cîhanî yên nehatine çareserkirin re girêdayî ye. Ji ber vê yekê pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan li zêdetirî 74 dewletên cîhanî hat destpêkirin. Ji beriya zêdetirî 6 mehan ve bi berdewamkirina pêngavê çalakî û xebat li ser asteke cîhanî gelekî zêde bûn û her ku diçe deng vedide. Dengê kesên piştgiriya pêngavê dikin û beşdaran jî zêde dibe û di serî de jî xelkên kantona Efrîn-Şehbayê. Li ser vê bingehê me rêzeçalakiyên li herêmê weke xwepêşandan, daxuyanî, çalakiyên birdozî, xwendina parazname û dahûrandinên rêbertî, perwerde, pêngavên komkirina îmzeyan, name, gotar, daxwazên gel û endamên saziyên jinan ji rêxistinên navdewletî û CPT.”

Rihan Elo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 25 salan in berdewam dike û wiha pê de çû: “Pêngava cîhanî gelek destkeftî û serkeftin bi xwe re anî û dengek li cîhanê veda. Ji bo ev pêngav hîn zêdetir bandorê li siyasetên dewleta tirk û dewletên komploger bike girîng e pêngav hîn zêdetir çalak û bi bandor be. Li ser vê bingehê pêvajoya bê dê hîn bi çalakiyan xemilandî be ji bo bibe hêzeke zextê li ser hemû dewletên cîhanê.

Rihan Elo wiha bi dawî kir: “Ji ber jin Rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî yê azad û demokratîk ji xwe re wek heval dibînin hejmara jinan di çalakiyan de mezin dibe. Ev yek nîşan dide ku jin bi israr in Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar