Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan

Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşeke girse li dar xist.

Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşek organîze kir. Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê beşdar bû.

Meş ji çarêya gundên Babinis û Til Şiîrê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, pankarta ˊEy Serokê me tu yî roja meˊ hatin hildan û bê navber dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber hatin berzkirin.

Li stadyûma gundê Babinisê, meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got: “Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.”

Her wiha Ruweyde bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsiyariyên xwe rabin.

Endamê Însiyatîfa Gel a Efrîn û Şehba Nacî Selame axivî û got: “Li ser Rêbertî komployeke mezin hat meşandin. Her wiha dewleta tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike.”

Selame hevgirtina pêkhateyan bi fikra Rêber Abdullah Ocalan re li dijî êrîşên li ser herêmê silav kir.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina tecrîdê û banga misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar