Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji bo mîtînga Amedê banga tevlêbûnê kirin

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Dersim Dag û Serokê Komîteya Amadekar a Mîtînga Ramazan Kaval Kaval ji bo mîtînga 19’ê mehê axivîn û bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin

HDP’a Amedê bi armanca piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Demokrasî, Azadî û Edalet” dê di 19’ê çileyê de mîtîngek li dar bixe. Dê mîtîng li Qada Îstasyonê saet di navbera 12.00 û 16.00’an de pêk bê. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Dersim Dag û Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê Ramazan Kaval Kaval têkildarî mitîngê axivîn û bang li her kesî kir ku tev li mîtîngê bibin.

Parlamenter Salîha Aydenîz diyar kir ku ew ê bibin dengê qêrîna girtiyan û ev bang kir: “Em ê bi mîtîngê bibin dengê girtiyan. Em ê di mîtîngê de daxwaz û qêrîna girtiyan bilintir bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li Qada Îstasyonê ya Amedê tev li mîtîngê bibin. Em bi hev re biqîrin û tecrîdê bişkînin.”

Parlamenter Dersim Dag jî da zanîn ku dê ji bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî tev li mîtîngê bibin û ev bang kir: “Leyla Guven ji bo Rojhilata Navîn bigêje aramiyekê û ji kaosê xelas bibe bedena xwe daye ber birçîbûnê. Ji bo em bibin dengê wê û li daxwazên wê xwedî derkevin em ê di 19’ê çileyê de li Qada Îstasyonê dengê xwe bilind bikin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe tev li dengê Leyla Guven bikin.”

Serokê Kamîteya Amadekar a Mîtîngê Ramazan Kaval jî bang li her kesî kir ku beşdarî mîtîngê bibin û ev tişt anîn ziman: “Ji bo em li daxwazên Leyla Guven xwedî derkevin û daxwazên wê bêk bên li Amedê mîtîngê pêk tînin. Hemû gelê herêmê û nûnerên rêxistinên civakî û siyasî dê tev li vê mîtîngê bibin. Em bang li hemû hêzên demokratîk, aştîxwaz û gelê xwe dikin ku li Qada Îstasyonê tev li mîtîngê bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar