Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji bo ne qerisîn em ranezan’

Piştî ku ser erdhejê re 5 roj derbas bûn, AFAD’ê bi lez û bez li ser zemîneke berf û cemedê kon vedan. Mexdûrên erdhejê yên di roja ewil de li wan konan mabûn wiha gotin: “Wê şevê ji bo ku neqerisîn, em ranezan.

Li navçeya Elbistan a Mereşê ku ji ber erdhejê hilweşîneke mezin lê çêbûye, tevî ku bi ser erdhejê re roj derbas bûne jî hêj pirsgirêka cihê mayînê û germkirinê nehatiye çareserkirin. Ji bo mexdûrên erdhejê ku bi roja ye di bin hewayê sar de ji derve agir hil dikin û şeva xwe wisa derbas dikin, pêr dest bi vedana konan hat kirin. Kon, bi lez û bez hatin vedan û ji bo sobe tê de bên bicihkirin tevahiya rojê pê re mijûl bûn. Tenê çendek kes dikari di konan de bimînin û jiyana di wir de jî zehmet e.

Kon li ser cemedê hatin vedan

Welatî bi hêviya çareserkirina pirsgirêka cihê mayînê ketin konên xwe lê hêviya wan têk çû. Kon, li rex cemxaneyê li deverekê ku zemîna wê bi temamî cemed û berf hatine vedan û welatî li hemberî vê rewşê pir bihêrs bûn. Ji ber ku zemînê konan cemed bû, mexdûrên erdhejê di tevahiya şevê de ji bo ku neqerisîn hewl dan. Mexdûran da zanîn ku ji bo ji sermayê neqerisin li ber xwe dane û ji ber berfa heliyayî jî hemû betaniyeyê wan şil bûne. Ji welatiyan Îbrahîm û Sûltan Karataş ku di bin konan de şeva xwe ya ewil derbas kirin, dan zanîn ku ji ber sobeya katalîtîk a vêxistin betaniyên wan şewitî ne, ber bi kêliyên dawî ve bi rewşê hesiyane û derketine derve. Mexdûrên ku bi zor û zehmet canê xwe xelas kirin wiha gotin: “Bi ser re ewqas dem derbas bû lê em hêj jî perîşan in.”

‘Em ketin konan lê qerisîn’

Îbrahîm Karakaş bi domdarî wiha got: “Min piştî erdhejê hevjîna xwe winda kir û demekî dirêj piştre dît. Ewqas roj in em perîşan bûne. Heta demekî dirêj me hewl da li derve bijîn. Çendek roj piştre konek hat vedan. Ez û hevjîna xwe derbasî kon bûn lê pirsgirêka me ya germê çareser nebû. Heke gotin di cih de be şevê din em qerisîn. Me jî sobeya katalîtîk vêxist. Di nîva şevê de betaniyeyên me agir pê ket û em hişyar bûn. Heke em hinek dereng hişyar bûbûna, dê tevî konê bişewitiyan. Kon, li ser cemedê û berfê vedane. Ma dê mirov di nava mercên wiha de çawa bijî? Kon avêtin vê derê û çûn. Heta niha jî pirsa rewşa me nekirine.”

‘Em ê zivistanê çawa derbas bikin?’

Bi domdarî Karataş anî ziman ku li devera kon lê hatine vedan ne daşir û ne jî cihekî ku serê xwe lê bişon heye û wiha pê de çû: “Em li vir gelek pirsgirêkan dijîn. Em dixwazin ku êdî pirsgirêkên me bên çareserkirin. Cihekî em biçinê nîne. Ji roja ewil a erdhejê heta niha yek rayedarek nehatiye cem me. Em tenê jiyana xwe bi alîkariya mirovan şandin didomînin. Ji bo ku li kolanan perîşan nebin, derbasî konan bûn. Ez û hevjîna xwe bi saya gel dijîn. Li rexekî cenaze, li rexekî pirsgirêka cihê mayînê û li rexa din jî hewayê sar. Gelo ev mirov dê zivistanê çawa derbas bikin? Stûnên hundir ên konên belav kirine xistinê û çûne. Dema sibe ji bo dengan hatin em ê wan bibînin.”

‘Heke gel nebûya em ê biqerisiyan’

Sûltan Karataş jî bi lêv kir ku nikarin di bin konan de bijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em gelek spasiya gelê xwe dikin. Alîkariyeke mezin dan me û mirovên li vir dijîn. Em bi saya wan dijîn. Heke ew nebûna em ê biqerisiyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar