Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Perşembe - 17 Ekim 2024

Ji bo Ocalan bang li CPT hat kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber îdîayên têkildarî muwekîlê wan Ocalan hatin weşandin serî li CPT da. Di serlêdanê de bang li CPT hate kirin ku tavilê bi erka xwe rabe

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, piştî ku îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li medyaya dîjîtal hatin weşandin, duh serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hate ragihandin ku têkildarî heman îdîayê malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan ji bo karibin tavilê hevdîtinê bikin, lê belê serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatine qebûlkirin.

Di daxwaznameyê de hate bibîrxistin, piştî hevdîtina malbatê ya 3’ê Adara 2020’î û axaftina bi telefonê ya 27’ê Nîsana 2020’î, tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin û wiha hat gotin: “Hem qutkirina pêwendiya wî bi derve ve, hem şert û mercên pandemiyê ku gefeke jiyanî ye, hem ji îdîayên cidî yên dawî li ser jiyana wî hatin kirin, em malbat û parêzerên wî xistine nava fikarên cidî. Bi van hincetan di 15’ê Adarê, 16’ê Adarê, 17’ê Adarê û 18’ê Adarê de li pey hev ji bo hevdîtinê serlêdan hate kirin, lê bersiv nehatiye dayin.”

Di serlêdanê de daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate bibîrxistin ku gotibû, rewşa wî ya tenduristiyê baş e, divê baweriyê bi nûçeyên bi vî rengî neynin û hate destnîşankirin ku daxuyaniya navborî ji bilî bidawîkirina fikaran, daxuyaniyek ji bo astengkirina lêpirsîna li mercên tecrîdê ye.

‘Divê tavilê serdan bê kirin’

Di daxwaznameya serlêdanê de wiha hate gotin:

“Ya ku divê lê bê pirsîn şert û mercên tecrîdê ye ku dibe sedema belavbûna nûçeyên bi vî rengî. Rejîma Îmraliyê rejîmeke awarte ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê û îşkenceyê ye. Lewma, heta ku em yekser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan nebînin wê fikarên me bi dawî nebin. Nepêkan e ku nûçe û îdîayên bi vî rengî ji rêzê bêne dîtin.”

Di serlêdanê de hate ragihandin ku komîte têkildarî şert û mercên heyî yên tecrîdê ji xwe hatiye agahdarkirin û wiha hat gotin: “Lê belê li pêşberî vê rewşa dawî ya girîng, ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din di nava tenduristî û ewlekariyê de bin. Ji bo vê jî em bang li we dikin ku tavilê bi erka xwe rabin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar