Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ji bo Ocalan divê kurd rabin ser pêyan

Sazî û rêxistinên kurd têkildarî rewşa Ocalan daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin bi hevdîtina parêzeran rewşa Ocalan bê zelalkirin

Navenda Nûçeyan |

Têkildarî îdîayên derbarê jiyan û tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Desteya Serokeşîrên Şengalê û şêniyên Wargeha Penaber a Mexmûrê daxuyanî dan çapemeniyê.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê tavilê rewşa Rêber Ocalan were zelalkirin û wiha got: “Dewleta tirk a faşîst her derfetê bi kar tîne da ku zirarê bide kesayeta rêber Abdullah Ocalan û ji bo wê rê û rêbazên cuda yên der mirovî bi kar tîne û şertên ne guncew diafrîne.

Agahiyên der barê rewşa rêber Abdullah Ocalan de ku li ser malperên tevna civakî û dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyeyê belav kirine, piştrast dike ku hikûmeta tirk kiryarên xwe berdewam dike û komploya ku kesayeta Serok dike hedef, nemaze ji ber ku hê jî destûr nedaye ku hevdîtin di navbera serok û parêzeran û malbatê de pêk werin. Ev yek jî fikar û gumanên me li ser rastbûna nûçeyên ku di çapemeniya tirk de der barê tenduristiya Serok de belav bûne, zêde dike. Em wekî Kongreya Star bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi lezgînî rewşa detayên mîna van nûçeyan aşkera bikin û rê bidin parêzeran di zûtirîn dem de bi Rêber re hevdîtinê pêk bînin. Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Navneteweyî ya Mafên Girtiyên Siyasî dikin ku erka xwe pêk bînin û zextê li dewleta tirk bikin da ku dest ji van pêkanînan berde ku hemû gelên herêmê bi taybet gelê kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de dike hedef. Her wiha em bang li hemû jinên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, rêxistin û tevgerên jinan ên li tevahî cîhanê dikin ku derkevin qadan û daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin û destnîşan dikin ku em di têkoşîna xwe de bi israr in da ku rewşa tenduristiya Rêber bizanibin û wî ji zindanê azad bike.”

‘Heta agahiyê ji Rêber Apo bistînin em ê nesekinin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê têkildarî heman mijarê daxuyaniya çapemeniyê da.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya TAJÊ de hat diyarkirin ku dewleta tirk kengî tengav dibe û têk diçe, zextên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd zêde dike û wiha hat gotin: “Ev 22 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de tê tecrîdkirin, ev tecrîd her roj girantir dibe. Ev demeke qet agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dewleta tirk a faşîst her tengav dibe û têk diçe, tecrîdê girantir dike.”

TAJÊ da zanîn ku bi tecrîdkirina Rêber Apo dixwazin gelê kurd fêrî jiyaneke bê Rêber Ocalan bikin û ev tişt anî ziman: “Em weke civaka êzidî û bi taybet jî weke jinên êzidî Rêber Apo weke hebûna xwe dibînin. Niha civaka êzidî bi fikrên Rêber Apo bi pêşengiya jinên êzidî xwe rêxistin dike û dibe xwedî îrade. Civaka êzidî bi tu awayî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nake û dê xwedî li Rêberê xwe derkeve. Ev rewşa heyî me dixe nava fikaran. Ji ber vê divê herkes ji bo Rêber Apo rabe ser pêyan.  Azadiya Rêber Ocalan azadiya gerdûn, cîhan û hemû civakê ye. Bi taybet em weke civaka êzidî weke azadiya xwe dibînin. Piştî fermanê fikrê Rêber Apo me rakir ser pêyan, ji saya fikrên Rêber Apo de em îro ji bo xweseriyê têdikoşîn, xwe ji êrîşan diparêzin. Em daxwaz dikin di zûtirîn dem de agahî ji Rêber Apo û hevalên li gel wî were girtin. Li ser banga KCDK-E em jî weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkoşîn û berxwedana bilind bikin heya azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were. Em bang li raya giştî jî dikin ku ji bo Rêber Ocalan bikevin tevgerê.”

Daxuyaniya serokeşîrên Şengalê

Desteya Serokeşîrên Şengalê jî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku divê tavilê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û wiha gotin: “Em wek serokeşîr û kesayetên Şengalê xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Di vê dema dawî de agahiyên cuda li ser jiyana Rêber Apo tên belavkirin. Civaka me ya êzidî bi felsefeya Rêber Apo ji dema fermanê ve xwe bi rêxistin kiriye. Gelê me vegeriya ser axa Şengalê, civaka êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û li xwe xwedî derdikeve.

Em bang dikin, divê di demek zû de derfeta hevdîtinê ya bi Rêber Ocalan re were dayîn. Bi milyonan mirov li benda agahiyek ji Rêber Apo ye, nêzîkatiya li hember Rêber Apo di tu yasayên cîhanê de nînin û nekarekî mirovane ye. Em weke civaka êzidî û gelên Şengalê, heya azadiya Rêber Apo em ê di nava çalakiyan de bin.”

Şêniyên Mexmûrê ji bo Ocalan meşiyan

Welatiyên wargeha Mexmûrê meşek girseyî li darxistin û dibêjin heya aghaiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê standin ewê li qadan bin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bo Ocalan meşiyan. Meşa ku li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir.

Li ber deriyê NY’ê derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret gotinên ku çend roj berê derbarê rewşa Ocalan de li ser medyaya civakî hatin parvekirin, hat kirin û wiha hat gotin: “Hêzên dagirker û komploger tu caran dest ji konsepta xwe ya înkar û îmhayê bernedane. Em wek gelê kurd û kurdistanî deyndarê Rêber Apo ne, ji ber ku Rêbertiya me xeta azadî, artêş û eniyê nîşanî me daye. Ji bo wê jî em bi fikir û ramanê Rêbertiya xwe dijîn, em bê Rêbertiya xwe nikarin bijîn.”

Di daxuyaniyê de siyaseta AKP-MHP’ê yên li hemberî gelê kurd û kurdistanî hat bibîrxistin û wiha hat domandin: “Bila tifaqa AKP-MHP’ê gelê kurd û kurdistaniyan bi wan kiryarên xwe neceribîne, bi hezaran fedayî yên Rêber Apo hene.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd, Rêberê hemû gelên bindest û mirovahiyê ye û hat diyarkirin ku dema hêzên komploger gavên xwe diavêjin bila bi hesab biavêjin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar