Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo parastina daristanan ‘artêşa kesk’

Navenda Nûçeyan |

Perava Diranêfîlê ku xwedî 322 hezar km bi dirêjî û firehiyê ye li Afrîkayê ji qadên daristanî yek ji ya herî berbiçav e. Di destpêka salên 1960’î de li Peravên Diranêfîlê ku nîvê xaka wê (16 milyon hektar bi daristanan bû) bi taybet ji ber çandina kakaoyê hate tunekirin. Di hilberandina kakaoyê de ya welêt li cîhanê para xwe ji sedî 40 e lê ev serketin bi tunekirina daristanan bi dest ve hatiye.

Tê zanîn bobelatên sirûştî, germbûna global, şoraxbûna axê û koçkirin di tunebûna daristanan de sedemên din in.

Ji bo berfirehkirina qadên daristanî ku di roja berdest de bi qasî 3 milyon hektarî ango bi qasî 1 ji 10’ê maye, xebat didomin. Li welêt ku par 1 milyon dar lê hatî çandin, hedefa îsal ew e ku bi kêmanî 5 milyon dar werin çandin. Her wiha armanc ew e ku heta 2030’î qadên daristanî du caran lê were zêdekirin, bigihîin 6 milyon hektarî.

Ev jî tê manya ku xaka welêt yek ji pêncan bibe qada daristanî lê dîsa jî li gorî salên 1960’î, dê 2,5 cara kêmtir bibe qada daristanî.

Lê ji bo ku armanca dardanînê ya li welêt bigihije armanca xwe parastina qadên daristanî girîng e. Wezîrê Av û Daristanan Rîchard Donwahî ragihand wan bi navê ‘Tûgaya Çavdêriya Taybet û Destêwerdanê (BSSI)’ yekîneyeke taybet a ji 650 kesî pêk hatî, ava kirine.

Endamên BSSI an jî ‘artêşa kesk’ bi dirûşma ‘daristan pîroz in, mirov di ber de bimire jî divê wê biparêze û divê biparêz im’ têne perwerdekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar