Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Ji bo parastina hebûn,nasname û azadiyê têkoşîn û rêxistinî divê

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku polîtîkaya şerê taybet niha mîna tecrîdê li her qada jiyanê belav bûye û wiha got: “Ji bo parastina hebûn, nasname û azadiya xwe divê em ji her demê bêhtir kedê bidin, têbikoşin. Jehrkuja polîtîkayên şerê taybet rêxistinî ye.”

Desthilata faşîst AKP-MHP ji bo dagirkirina Kurdistanê serî li hemê polîtîkayên dermirovahî didin. Deshilata faşîst ji valakirin û şewitandina gundan bigirin heta qirkirina çand, ziman û xwezayê hemû polîtîkayan dimeşînin. Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş li ser polîtîkayên faşîst axivî.

Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku tespîta ‘Yên pirsgirêka kurd çareser nekin wê ji hev bikevin” rastiyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku ya bi serê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bê jî wê ev be.

Sabahat Erdogan Saritaş polîtîkayên şerê taybet nirxand û wiha axivî: “Rewşa neçareserkirina pirsgirêka kurd û tundiya vê dema dawiyê zêde bûye, di çend kategoriyan de dikarin bêne nirxandin. Bi kurtasî tundî êdî ne tenê bi çekê yan jî hin amûran tê kirin, sernavekî cuda yê bi navê ‘Polîtîkaya şerê taybet’ heye ku ya herî xetere ye. Li bajarên Kurdistanê fûhûş, narkotîk û tiştên mîna wan her sal hîn zêde dibe ku ev yek tesaduf nîne yan jî ji pirsgirêka Kurd cuda nîne. Di vir de jî hedefa bingehîn jin û ciwan e. Lewma em gelekî girîng dibînin ku jin û ciwan li hemberî van polîtîkayan zane bin, baldar bin. Em qala mijareke welê dikin ku gelekî berfireh e, gav bi gav tê bicihanîn. Lewma ev yek çawa tê ferzkirin divê em jî bi heman rengî bi sebir, daxwaz û têkoşînê bi demdirêjî çareser bikin. Weke ku min got, hedefa bingehîn jin û ciwan e. Ne tenê li Tirkiyeyê yan jî têkildarî kurdan, li her devera cîhanê dema ku netewe dewlet ava bûn, van sîsteman bi giranî jin û ciwan kirin hedefa xwe. Ji ber vê jî her tim bû karê sereke yê vê sîstemê ku bi ser jin û ciwanan ve biçe.”

Sabahat Erdogan Saritaş ragihand ku li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet ên li ser qadên çandî, civakî û polîtîk fûhûş, narkotîk û sîxurî hatiye belavkirin û wiha domand: “Polîtîkayên şerê taybet ne tenê li hemberî şexsekî ye, li dijî civakê bi temamî ye. Polîtîkaya şerê taybet niha mîna tecrîdê li her qada jiyanê belav bûye û hewl tê dayin ku civak bê girtin, di tarîtiyê de bê hiştin. Bi narkotîk, fûhûş, sîxurkirin, asîmîlasyon û koçberkirina bi zorê re jin û ciwan ji civakê, ji jiyana rêxistinî û welatê xwe têne dûrxistin û berê wan didin jiyaneke sexte û şehsî. Mînaka Gulistan Dokû mînaka herî şênber e. Dokû jineke ciwan bû ku kete xefika van polîtîkayan ku hîn jî aqûbeta wê nayê zanîn. Li hemberî dewleta mêr a ku bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide li Kurdistanê hebûna xwe dewam bike, bêguman têkoşîna herî xurt rêxistiniya me ya xweser e. Ji bo parastina hebûn, nasname û azadiya xwe divê em ji her demê bêhtir kedê bidin, têbikoşin. Jehrkuja polîtîkayên şerê taybet rêxistinî ye, em bi vê baş zanin û li her qadê jî qala vê dikin.”

Di berdewamiyê de Sabahat Erdogan Saritaş bi bîr xist ku gelek mirov ji ber ku bi kurdî axivîne yan jî bi Kurdî stran gotine, govend gerandine hatine girtin û got, “Mînaka herî şênber a ku nîşan dide ev polîtîka li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin zext û qedexeya li ser Kurdî ye, serdegirtina dawetan û girtina mirovan e. Bi salan e em dibêjin ku tecrîd wê li nava tevahiya civakê bê belavkirin. Ya ku bûye jî ev bi xwe ye. Eger wê li ser kurdan tiştek bê ceribandin ev yek gav bi gav tê kirin û piştre li nava hemû Kurdan tê belavkirin. Ya ku diqewime ev e. Desthilatdarî hewl dide tundiyê li hemû qadên jiyanê belav bike. Hewl dide bi rêya rageşî, dijminatî, dijberî û nijadperestiyê vê yekê bike. Kurd, ermen, elewî, jin, ciwan, karker, kedkar, xwendekar, rêxistinîn pîşeyî yanî her kesên li ber vê yekê radibin bi salan e timî vê dixin rojevê. Yên ku destavêtin û destdirêjî ne xema wan e ji bo karibe mirovên govendê digerînin, yan jî jêbirina nivîsa ‘Destpêkê peya’ ya bi kurdî peyda bikin, bi şev û roj dixebitin. Stran, dirûşm û govendan ji xwe re dikin hincet û diavêjin ser dawetan.”

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku di pêvajoyên hilbijartinê, mîtîngan, çapemeniyê û li her qada jiyanê tê dîtin ku polîtîkayên wan ên li hemberî kurdan dawiya dawî têk diçin.

Sabahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku gel û siyaseta kurd ne xerîbê van polîtîkayan e û got, “Rêbaza me ya berxwedanê diyar e. Em ê ti qedexeyê nas nekin, em ê govenda xwe hîn mezin bikin, hîn bêhtir bi zimanê xwe biaxivin, stranên xwe bi dengekî hîn bilindtir bistirên û xwedî li îradeya xwe derkevin. Bêguman di siyasetê de em ê hîn bêhtir biaxivin, rêyên nû biafirînin. Em aliyê çareseriyê ne, yanî aliyê sêyemîn e. Em ê her tim li ber şer, xizanî, nijadperestî û polîtîkaya tinehesibandinê rabin. Siyaseta me siyaseta jiyanê ye. Em ê tekperestiyê ti carî qebûl nekin. Di nava civakê de jî wê bersiva vê nebe.Tişta ku 100 sal in diceribînin mîna ku nû peyda kirine pêşkêş dikin. Dema ku li dîrokê binihêrin wê bibînin ku ev yek bi kêr nayê. Em xwedî rabirdûyekê ne ku nîşan dide ku lîstikên bi vî rengî yên erzan bi ser nakevin. Em baş zanin bê çi dikin, çi diparêzin, desthilatdarî jî bi vê zane. Ji xwe ew rojev heta astekê têk çû, ji ber ku civakê paşve gav neavêt. Govenda xwe gerand, stranên xwe got, bi kurdî axivî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar