Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo parastina kurdî tev li dersên ARSÎSA’yê bibin

Perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar diyar kir ku ji bo dersên kurdî dest bi serdema nû kirine û wiha got. “Ji asta destpêkê heta ya mamsotetiyê kursên me hene. Werin saziya xwe jî nas bikin û xwedî lê derbikevin. Ji bo parastina kurdî tevlî dersên me bibin.”


Li aliyekî dewleta tirk a faşîst êrîşê ser sazî û kedkarên kurdî dide, li aliyê din jî saziyên kurdî bê navber xebatên xwe didomînin. Nûnertiya Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA’yê ya li Navenda Wanê amadekariyên xwe yên ji bo serdema nû xelas kirin. Komele dê di astên destpêk, yekemîn, duyemîn, sêyemîn û mamostetiyê de perwerdehiya zimanê kurdî rû bi rû bide. Ji bo destpêkirina dersan demekî diyarkirî nîne, dema pol gihîştin hejmara herî kêm, dê dest bi perwerdehiyê bê kirin. Heta niha gelek ast gihiştine hejmara herî kêm û tê payîn ku çend pol di nava vê hefteyê de vebibin.

ARSÎSA saziyeke çand, ziman û hunerê ye û armanca vê saziyê parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî ye. Di sala 2016’an de saziyên çand, ziman û hunerê yên kurdî hatin girtin, lê di sala 2017’an de dîsa li Wanê saziya ziman hat vekirin û di sala 2019’an de jî navê wê weke ARSÎSA’yê hat guhertin. Ji 2019’an û vir ve ARSÎSA xebatên xwe yên çand, huner û ziman didomîne. Her wiha ARSÎSA, qeydên kesên ku bixwazin zimanê kurdî hîn bibin, hertim digire û demeke wan a diyarkirî ya ji bo qeydan nîne. Ji asta destpêkê heta ya mamostetiyê di hemû astan de perwerdehiyê dide û polên wan hene.

ARSÎSA’yê di sala çûyîn de 10 polên asta yekemîn ku hejmara her polê ji 20 kesan zêdetir bû, 3 pol asta duyemîn, 2 pol asta sêyemîn û polek jî asta mamostetiyê qedandine. Her wiha di havînê de jî 3 polên zarokan vekirine û perwedehiya wan jî xelaskirine. ARSÎSA, bi gelemperî di salê de nêzî 400 kesan perwerde dike. ARSÎSA, li gor xwestekê dikare bi zaraveyên soranî û zazakî jî perwerdehiyê bide. Sazî, ne tenê perwerdeyê dide, her wiha panelan çêdike, pirtûk û kovaran derdixîne û xebatên cûr bi cûr dike.

Yek ji perwerdekarê ARSÎSA’yê Şevket Acar ku bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê, da zanîn ku komar gava avabûyî heta niha li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Acar, diyar kir ku zimanê kurdî bi hezaran sal in li ser vê xakê dijî û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ti kes nikare pêşî li zimanê kurdî bigire, qedexe bike û ji holê rake. Zimanê kurdî qedîm e, dewlemend e û pîroz e û bi saya dapîr û bapîrên me heta îro hatiye. Lê divê ne tenê saziyên ziman, herkesên ku ji xwe re dibêjin kurd zimanê xwe biparêze, pêşbixe û di malên xwe de jî weke mamosteyekî/ê tevbigere.”

Acar, destnîşan kir ku kursên wan ên heta niha didan qediyan û wan dest bi wergirtina şagirtan kir. Acar, da zanîn ku kesên bixwazin serlêdanan bikin li saziyê dikarin navên xwe binivîsînin û dest bi waneyên xwe bikin. Acar, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her ast nêzî 3 mehan didome û heke kesên serkeftî bixwazin, derbasî asta jortir dibin. Heta niha ji bo hemû astan serlêdan hene û çend pol jî li ber vekirinê ne. Welatiyên me herdemê dikarin serî li ARSÎSA’yê bidin. Bila gelê me jî saziyan bi tenê nehêlin û ji bo pêşxistin û parastina kurdî tev li waneyan bibin. Werin saziya xwe jî nas bikin û xwedî lê derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar