Her dewlet ji bo parastina xwe li gorî hişmendiya xwe zagonan ava dike. Dewlet van zagon her çiqas wekî mîzina edaletê dîne pêşiya civakê jî di esas û rastiya xwe de ji bo parastina dewletê ye. Dewlet zagonan ji bo xwe dike zirxê hesinî û nirx û mafê civakê dipelçiqîne.
Parastina maf, parastinek dewa ye. Maf, hebûn û nirxên aydî mirov bi xwe ye. Eger mirovek-civakek bi zimanê zikmakî biaxive, parastina wî zimanî rewa ye. Eger mirovek-civakek bi çanda xwe bijî, parastina wê çandê rewa ye. Eger mirovek-civakek li ser axekê ji dapîr û bapîrên xwe de cîwar bûbe, bûbe xwedî war, xwedî maf e ku wê axê û wî warî ji yên din biparêze.
Eger civakek li gund, bajarok, navçe û bajarekî bi cih bûbe û bi dehan-sedan salan li wî bajarî dijî, xwedî maf e hem wî bajarî biparêze, hem jî xwedî maf e ku wî bajarî bi rêve bibe.
Mirovên li bajarekî bijîn, xwedî maf in ku rêya wan, ava wan, binesaziya wan têkuz bin. Xwedî maf in ku bi zimanê xwe û çanda xwe sûdê ji dibistan, nexweşxane û saziyên cemaweriyê bigirin. Xwedî maf in ku xwe bi xwe sazî, dezgeh û bajarê xwe bi rêve bibin.
Ji bo bajarok, navçe û bajarek herî baş bê birêvebirin, divê ew kesên navçe û bajêr bi rêve dibin ji aliyê gel ve bên nasîn û hezkirin. Divê kesên bajarok, navçe û bajêr bi rêve dibin, xizmeta gel bikin û li nirxên civakê û gel xwedî derkevin. Divê guh bidin daxwazên gel û daxwazên gel esas bigire. Divê gelê wê navçeyê û wî bajarî ew bi rêya hilbijartinê bijartibin.
Ji bo ev pêk bên jî divê niştecihê wê bajarok, navçe û wî bajarî karibin li axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe, siyasetmedar û hilbijêrê xwe xwedî derkeve. Karibe wan biparêze. Ji ber ku ev bi têkoşîn, ked û hişekî civakî hatiye avakirin. Ji ber ku ev bi jiyanek hevpar û kamînal hatiye avakirin. Ji ber vê yekê parastina van nirxan mafê herî pîroz û rewa ye.
Dibe ku ev ne li gorî zagonên dewletê be. Dibe ne li gorî pîvan û berjewendiyên dewletê be. Lê ev nayê wê hateyê ku ev dijzagonî ye. Ev nayê wê wateyê ku ev dijhiqûqî û ne rewa ye. Mafê mirovan mafê herî dewa û jiyanî ye. Bi qasî mafên mirovan tu tişt rewa û hiqûqî tune ye.
Lê îro em dibînin ku dewlet dîsa dest dirêjî vîna gel dike. Dest dirêjî maf, nirx, sinc û hişê civakê dike. Dest dirêjî ziman, çand û axa civakê dike. Li aliyekî li Îmraliyê tecrîdê pêş dixe û vîna gelan tecrîd dike. Li aliyê din axa Kurdistanê talan û wêran dike. Hem petrol, zîv û zêrê wê didize û axê talan dike, hem dar û daristanê wê dibire û talan dike.
Li aliyekî gund, zozanan qedexe dike û niştecihên Kurdistanê ji ax, xweza û jiyanê qut dike. Mafê debar, jiyan û starê binpê dike. Li aliyê dîtir qeyûman tayînî şaredariyan dike û mafê xwerêvebirinê binpê dike.
Eger îro rayedarên dewlet bi tecrîd, operasyon, qeyûm û talankirina axa Kurdistanê li dijî gelê kurd sûc dike, wê demê gelê kurd û Kurdistanê jî xwedî maf in ku ax, av, xweza, bajar û vîna xwe biparêzin. Parastina maf, parastina rewa ye. Kesên ku xwedî maf in, di heman demê de xwedî hêz in.
Eger îro em mafdar bin, em xwedî hêz in. Eger em xwedî hêz bin, wê demê divê em bi vê hêza xwe destûr nedin ku mafê me bê binpêkirin. Em destûr nedin ku vîna me li Îmraliyê tecrîd bikin. Em destûr nedin ku qeyûm tayînî vîna me bikin. Em destûr nedin ku xwezaya me talan bikin û qedexe bikin.
Ji ber vê yekê parastina maf, parastineke rewa ye. Di dîrokê de hemû kesên ku li mafê xwe yê rewa xwedî derketine, her tim zagon li gorî xwe guhertine. Her tim mafê xwe bi dest xistine. Em jî îro bi hevre li mafê xwe xwedî derkevin û mafê xwe yê rewa biparêzin, em ê di dîrokê de rûpelek nû ya parastina rewa pêş bixin. Parastina maf parastina rewa ye.