Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo parlamentoya Swêdê pêşniyaznameya Demîrtaş

Parlamentera SAP’ê Lawen Redar bi pêşnûmepirsekê destnîşan kir ku girtina Selahattîn Demîrtaş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Redar ji hikûmeta Swêdê xwest ku ji bo azadiya Demîrtaş bikeve nav liv û tevgerê

Parlamentera Partiya Karkerên Demokratên Sosyal (SAP) a Swêdê Lawen Redar bi pêşniyaznameyeke nivîskî, rewşa girtî ya hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş xist rojeva Parlamentoya Swêdê. Di pêşniyaznameyê de Redar diyar kir ku girtina Demîrtaş tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

Di pêşniyaznameyê de Redar destnîşan kir ku Selahattîn Demîrtaş ji ber nêrînên xwe yên siyasî û rexnekirina Erdogan hatiye girtin û girtina wî li dijî hiqûqê ye. Redar di berdewamê de jî ev tişt diyar kirin: “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi zimanekî zelal destnîşan kir ku bi girtina Demîrtaş re piranîparêzî û azadiya nîqaşên siyasî hatiye bisînorkirin. DMME’yê bi dengekî bilind xwest ku Demîrtaş bê berdan. Tirkiyeyê diyar kir ku dê li gorî biryarên DMME’yê tevnegerin. Li dijî vê divê Swêd bertekeke bihêz nîşan bide. Ji bo azadiya Demîrtaş divê parlamento biryarê bide û hikûmeta Swêdê jî bê erkdarkirin.”

Girîngiya biryara DMME’yê

Redar da zanîn ku weke hiqûqnasekî cara yekemîn e dibe şahid ku DMME der barê siyasetmedarekî girtî de bi ewqas dengan û bi awayekî zelal biryarê dide û wiha domand: “Girtina Demîrtaş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bi tewanbariyên bêbingeh hatiye girtin. DMME’yê ev yek bi aşkerayî destnîşan kir û biryara berdana Demîrtaş da. Partiya me ji bo şopandina danişîna Demîrtaş 3 nûner şandin. Em astengkirina hikûmeta AKP’ê ya nûnerên Swêd û dewletên din şermezar dikim. Em dixwazin ku pêşniyaznameya me bê qebûlkirin û Swêd ji bo azadiya Demîrtaş bikeve nav liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar