Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Ji bo Partiya Çep a Kesk herî kêm 10 kesî qanih bike!’

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çep a Kesk bi gotina 'Ji bo 10 milyon dengî herî kêm 10 kesî qanih bike' bang kir.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çep a Kesk bi daxuyaniyeke nivîskî wiha bang li gel kir: “Ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê yên li Tirkiyeyê demeke kurt ma. Em plansaziya xwe ya hilbijartinê ya li derveyî welat bi qonaxên cuda dimeşînin. Weke ku tê zanîn dengdana li derveyî welat wê di 27’ê Nîsanê de destpê bike û 9’ê gulanê bi dawî bibe. Qonaxa destpêkê ya amadekariyên ji bo hilbijartinê lêpirsîna li qeyda hilbijêran û qeydkirin bû. Di vê demê de bi hewldana Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welat û saziyên pêwendîdar, qeyda bi hezaran hilbijêrên nû hate kirin û destketiyeke mezin hate bidestxistin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo qonaxa duyemîn jî hewldanên ji bo xwegihandina 10 milyon dengî ye û ev yek jî bi gotina ‘Ji bo 10 milyon dengî li Tirkiyeyê herî kêm 10 kesî qanih bike’ hat pênasekirin û ev tişt hat gotin: “Em ê ji bo vê yekê bixebitin ku Partiya Çep a Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê bigihînin 10 milyon dengî. Em zanin ku di hilbijartinên beriya niha de HDP’ê zêdeyî 6 milyon deng wergirtibû. Ji ber krîzên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê, ji ber şerê li dijî gelê kurd bi milyonan hilbijêr ji tifaqa AKP-MHP’ê aciz in.

Ji vê jî wêdetir bi milyonan mirovên me yên bi hêvî hem li hundir hem jî li derve hene ku azadiya jinan ji xwe re dikin esas û ji demokrasî, ekolojî û wekheviya gelan bawer dikin. Dema em dibêjin, ‘Em li vir in û em ê bi hev re biguherînin’ li dijî bêhêvîtiyê em xwedî hêvî ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo wergirtina 10 milyon dengî bang hat kirin ku her hilbijêrekî li derveyî welat li welêt herî kêm 10 hilbijêrî ji bo Partiya Çep a Kesk qanih bike û ji bo vê seferber bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar