PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

‘Ji bo pêkhatina yekitiyê divê zext hebin’

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şêrko Heme Emîn diyar kir ku wê rêveberiya nû ya KNK’ê ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî serdana aliyan bike û da anîn ku ji bo pêk hatina yekitiyê pêwîst e welatî, medya û rêxistin zextê li aliyên bike

Di rojên 18, 19 û 20’ê cotmehê de li Holanda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi beşdarbûna 350 delegeyan 19’emîn civata xwe ya giştî pêk anî. KNK’ê di civatê de biryar da ku ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî hewldanên nû bike.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şêrko Heme Emîn ku beşdarî civata giştî ya KNK’ê bibû, têkildarî hewldanên KNK’ê yên ji bo yekitiya neteweyî axivî.

Emîn diyar kir ku ji derveyî PDK’ê hemû hêz beşdarî civîna KNK’ê bûne û wiha got: “Hemû aliyan peyama xwe xwendin. Qala vê yekê kirin ku yekitiya neteweyî li ser asta welatiyan pêk hatiye. Maye li ser asta partiyên siyasî pêk were. Lewma piştî ku konseya nû ya KNK’ê pêk hat, li ser asta rêveberiya KNK’ê wê şandeyek pêk were, ji bo ku serdana hemû aliyan bike. Li gorî min pêwîst e yekitiya neteweyî pêk were, ji ber ku li ser asta xelkê pêk hatiye, şermekî mezin e ku aliyan yekitiya neteweyî pêk were.”

Di axaftina xwe de Şêrko Heme Emîn da zanîn ku ji bo yekitiya neteweyî pêk were divê zext li aliyên siyasî were kirin û wiha domand: “Ji bo yekitiya neteweyî zemîn heye, destek ji dema şerê DAIŞ’ê ve hebû. Wê deme jî me dît ka çawa pêşmerege çûn Kobanê û çawa gerîla û şervanan li tenişta pêşmergeyan şerê DAIŞ’ê kirin. DAIŞ’ê li hember vê bêyî cudahî li hember kurdên bakur an başûr Kurdistanê komkujî pêk anî. Niha ditirsim ev heman zemîn ji dest were dayîn. Lewma divê medya, welatî, rêxistin û KNK jî zextan li aliyên siyasî bikin ku yekitiya neteweyî pêk were. Bi taybet li aliyên ku pêşbaziyên siyasî li pêşiya yekitiya neteweyî kirine asteng.”

Her wiha endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şêrko Heme Emîn destnîşan kir ku KNK ji bo yekitiya neteweyî girîngiyê dide kesayetî û pêkhateyan û got ku pêwîst e ew jî beşek bin ji pêkanîna yekitiya neteweyî.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar