Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ji bo pêşeroja azad a bi Rêber Apo re têkoşînê xurt bikin’

Koma ku Nobeta Azadiyê dewr girt diyar kir ku bi têkoşîna xwe xwedî li Rêberê Apo derkevin û wiha got: "Ji bo paşeroja azad a bi Rêberê me, ji bo Kurdistana azad em çalakiyên xwe xurt bikin. Têkoşîna mafdar a gelê kurd wê bi ser bikeve."

Kurdên li Ewropayê dijîn ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê di 25’ê hezîrana 2012’an de li li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi Nobeta Azadiyê kirin. Nobeta Azadiyê di hefteya 619’an de bi dewgirtina koma nû bênavber didome.

Her hefte ji welatekî cuda yê Ewropayê komek çalakiyê dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ne. Di nava komê de Mesût Avras, Abdullah Tolayman, Mûrat Erzem û Edîp Elîtaş hene.

Berdevkê komê Mesût Avras bi bîr xist ku li cihekî ku saziyên Ewropayê lê ne 12 sal in ew bênavber di nobedê de ne û got, “Hûn jî zanin, Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye. Di vir de rola Konseya Ewropayê heye. Ji bo şermezarkirina vê em li vê derê ne. Ewropa qaşo navenda demokrasî û mafên mirovan e, lê mixabin dema ku mijar dibe kurd, tevgera kurd a mafdar hingî ev mafên mirovan û demokrasî derbas nabin. Em helwesta xwe ya li hemberî vê yekê 12 sal in li ber deriyê Konseya Ewropayê nîşan didin. Em helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî Rêber Apo û siyaseta gelê kurd şermezar dikin. Heta ku encamê bi dest bixin em ê bi çalakiya xwe, bi têkoşîna xwe xwedî li Rêberê Apo derkevin.”

Avras ji bo afirandina paşerojeke azad banga mezinkirina têkoşînê li gelê Kurd kir û got, “Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng de ye. Zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Em vê yekê şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Bila têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê bilind bikin. Li ser bingeha pênava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ku bi mehan e dewam dike, ji bo xwedîderketina li îradeya xwe û şikandina tecrîdê, ji bo paşeroja azad a bi Rêberê me re, ji bo Kurdistaneke azad em çalakiyên xwe xurt bikin. Têkoşîna mafdar a gelê kurd wê bi ser bikeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar