Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo pêşîlêgirtina armancên dagirkeriyê pêwîstî bi yekitiya kurdan heye’

Siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ên li Kantona Şehbayê diyar kirin ku dewleta tirk û hêzên dagirker bi êrîşên xwe hebûna kurdan hedef digirin. Axaftvanan diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina armancên dagirkeriyê yên dewleta tirk divê gelê kurd yekitiya xwe ava bike

Hewldan û bangawaziyên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê didomin. Ji Bakur heta Rojava, Rojhilata û Başûr, li her çar parçeyên Kurdistanê hunermend, siyasetmedar, rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û gelê kurd banga yekitiyê dike. Têkildarî mijarê siyasetmedarên kurd ên ji Şehbayê ji ANHA’yê bi Fîras Îbrahîm re axivîn.

Der barê mijarê de rêveberê Partiya Demokratîk a Kantona Şehbayê Welîd Dengilî anî ziman ku hêzên dagirker ên li ser erdnîgariya Kurdistanê, pêşî li yekitiya neteweya kurd digirin. Dengilî sedema pêşîlêgirtina yekitiya kurdan jî weke hebûna hêzên dagirker a li Kurdistanê û siyasetên helandin û qirkirinê destnîşan kir.

‘Divê kurd yekitiya xwe biparêzin’

Dengilî da zanîn ku hêzên li Kurdistanê dagirker bi gelek rêbazan hewl dan gelê kurd tune bikin û wiha domand: “Divê kurd parastina yekitiya xwe bikin û projeyên dagirkeran têk bibin. Dema ku hêzên dagirker mijar dibe kurd, tevî nakokiyên xwe jî dibin yek.”

Armanca dewleta tirk

Her wiha ji endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Şehbayê Abdulezîz Hemdûş jî bi lêv kir ku êrîşên li dijî rojavyaê Kurdistanê beriya her tiştî hebûna kurdan hedef digirin. Hemdûş got ku artêşa tirk hewl dide armancên xwe yên ‘Mîsakî Mîllî’ pêk bîne û xaka Sûriye û Iraqê dagir bike. Ji bo têkbirina van armancên dewleta tirk ez bang li hemû kurdan dikim ku yekitiya xwe ava bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar