Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh di operasyona li 5 bajaran de 20 rêveberên HDP’ê yên berê û yên niha hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirina rêveberên HDP’ê û peyamên piştevaniya bo HDP’ê berdewam dikin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirin şermezar kir. Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû diyar kir ku AKP bi van zext û fişarên xwe dixwaze tolê ji HDP’ê hilîne û dê ev êrîş nikaribin HDP’ê lawaz û bêzar bikin.

Kaydû anî ziman ku beriya niha bi demekê HDP’ê di Deklerasyona Aştiyê de bersiva li dijî van êrîşan dabû û wiha got: “Dê ev operasyonên sexte nikaribin me ji biryara me paş ve bidin, em hin bêtir bi hêz dibin.”

Mêrdîn

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Mêrdînê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û operasyon şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç daxuyanî da û da zanîn ku ev operasyon dewama operasyonên serdemên berê ne û ew ê li dijî faşîzmê bêrawestan têbikoşin.

Şirnex

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya Şirnexê jî li avahiya HDP’ê daxuyanî dan û binçavkirina HDP’iyan protesto kirin. Gelek jin û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Zozan Aksû daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî van operasyonên qirkirina siyasî paş ve gav neavêjin û ew ê li dijî van operasyonên êrîşkar ên AKP’ê û faşîzm û zayendperest kêliyêk dê her dem têkoşîna xwe bidomînin.

Aksû got ku dê li her deverê têkoşîna xwe mezin bikin û rêxistina xwe xurt bikin û xwe biparêzin.

Wan

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê jî operasyona li dijî HDP’ê şermezar kir. KESK’ê li avahiya xwe daxuyanî da û gelek rêveber û endamên wan beşdar bûn. Berdevkê Platforma KESK’ê Seyfettîn Îtah daxuyanî da û diyar kir ku ji bilî têkoşîna bi hev re tu vebijêrkek li pêşiya wan nemaye û banga têkoşîna bi hev re ya li dijî operasyonan kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar