Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin îlan hat dayîn

Rewşenbîrên ku îlan dan rojnameya Il Sole 24 ORE, ji bo aştî, azadî, demokrasî, aramî û mafên mirovan bang kirin ku PKK tavilê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’, li gel bangên rewşenbîrên ji gelek welatan, her wiha îlan ji rojnameyên girîng re têne dayîn. Di vê çarçoveyê de ji rojnameya Il Sole 24 ORE ya Îtalyayê re îlan hat dayîn.

Îlan bi sernavê ‘Kampanya Înîsiyatîfa Navneteweyî: Edalet ji bo Kurdan û serlêdana lezgîn ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekitiya Ewropayê’ hat weşandin.

Di metna îlanê de wiha hat gotin: “Bi navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em ji Konseya Yekitiya Ewropayê dixwazin ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê yên qedexekirî derxîne.

Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd şertê destpêkê yê aramî û demokrasiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tirkiye û civaka kurd a berfireh tenê bi rêya danûstandinan dikarin xwe bigihînin vê çareseriya aştiyane. Di nava van danûstandinan de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî di nav de divê alî hemû cih bigirin. Lê belê ragihandina PKK’ê weke rêxistina terorê astengiyeke li pêşiya aştiyê.

Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin gelek sedemên pratîkî û qanûnî hene. PKK sala 2002’an li ser daxwaza Tirkiyeyê ku endamê NATO’yê ye li lîsteya rêxistinên terorê hat bicihkirin. Dadgeha Bilind a Yekitiya Ewropayê, Dîwana Edaletê ya Luksembûrgê sala 2018’an de biryar da ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi neheqî li lîsteya rêxistinên terorê ya Yekitiya Ewropayê hatiye hiştin. Di biryarê de her wiha işaret bi ‘banga aştiyê’ ya Abdullah Ocalan a sala 2013’an de hat kirin. Li dadgehên Belçîkayê jî dema ku pênaseya terorê hat kirin, sala 2020’î hat tespîtkirin ku PKK parçeyek ji şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye, lewma nabe ku weke rêxistina terorê bê pênasekirin.

Di lîsteyê de rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn li ber çavan nehat girtin; ne pêvajoya aştiyê ya demkî ya salên 2013-2015’an a navbera PKK/kurdan û hikûmeta tirk, ne jî rola nû ya kurdan a li Rojhilata Navîn. Mînak; têkoşîna li dijî qaşo dewleta îslamî (DAIŞ). Piştî ku DAIŞ’ê sala 2014’an ‘xelîfetî’ ragihand û dest bi dagirkirina xakeke berfireha li Iraq û Sûriyeyê kir, dewleta tirk alîkarî da DAIŞ’ê ku êrîşî herêmên kurdan bike. Di têkbirina DAIŞ’ê û leşkerên ji bo pereyan şer dikin de rola PKK’ê diyarker e. Têkoşîna PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi têrî hewldanên li dijî terorê yên li Iraq û Sûriyeyê hat. PKK’ê di parastin û rizgarkirina Mexmûr, Şengal, Kerkûk ên Iraqê û Kobanê û herêmên din ên bakurê Sûriyeyê de bû alîkar. PKK’ê ji bo rizgarkirina bi deh hezaran êzidiyên li çiyayê Şengalê di Tebaxa 2014’an de ji ber DAIŞ’ê asê man, korîdoreke mirovî vekir.

Di dîroka kurdan de tu tevger bi qasî PKK’ê nekarî bi milyonan kurd ji bo mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe seferber bike. Aşkera ye ku PKK li nava kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê tevgereke xurt a girseyî ye. Li Rojhilata Navîn ê ku azadiya jinan weke dînamîka stratejîk a demokrasiya civakî teşwîq dike PKK ye.”

Di dawiya peyamê de ev bang hat kirin: “Ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafên mirovan em bang dikin ku PKK tavilê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin.”

https://justiceforkurds.info/IT/

https://justiceforkurds.info/Petition/ ROMA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar