Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ derkeve kampanya hat destpêkirin

Rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên Fransayê ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekitiya Ewropayê derkeve, kampanyayeke demdirêj dan destpêkirin

Navenda Nûçeyan | 

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên ku di bin banê Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re hatin ba hev, ji bo ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekitiya Neteweyî derkeve kampanyayeke demdirêj dan destpêkirin û  ji bo bi cih anîna berpirsyariyên xwe bang li civaka navneteweyî kirin.

Rêxistinên Fransayê gotin ku “Berxwedana gelê kurd me hemûyan eleqedar dike, qanûnîbûna PKK’ê deynekî me ye divê em bidin gelê kurd” û wê vê kampanyayê bi çalakiyên cihê demeke dirêj bidomînin.

PKK ji bo berxwedan li hemberî hovîtiyê ava bû

Kolektîfê diyar kir ku cihgirtina PKK’ê di lîsteyê de heqaret e li gelê kurd û bang li serokên Fransa û Ewropayê kirin ku bila li hemberî pergala dîktatoriyê ya tirk cezayên şênber bidin.

Di daxuyaniya Kolektîfa Piştgiriya bi Kurdistanê re ev tişt hat diyarkirin:

“Di Gulana 2002’an de bêyî ku derbarê çalakiyên wê yên li hemberî Ewropa û welatekî din îspat û delîlek hebe, Yekitiya Ewropayê bi fermana DYE, PKK xist nav lîsteya rêxistinên terorê.

PKK’ê her dem tiştek ji xwe re kir armanc, ew ji bo berxwedana li dijî hovîtiya dewleta tirk ava bû. Wekî ku di hiqûqa navneteweyî de jî tê diyarkirin divê mafê wê hebe ku ew çarenûsa xwe diyar bike.

Dema ku PKK wekî tevgereke terorê were diyarkirin, ev tê wateya vederkirina rastiyeke dîrokî, mirovî û jeopolîtîk û di heman demê de têkoşîna azadiya bi milyonan kesên bûne mexdûrên terora dewletê jî were redkirin. PKK ji nav hemû kategoriyên civaka kurd derbas bûye, xwediyê projeyeke siyasî ya wisa ye ku ew jî xwe dispêre hemû nirxên humanîst ên wekî yên me.

Encamên ji berk u PKK xistine lîsteyê…

Konseya Ewropayê û Tirkiye ya ku endama NATO’yê ye ji sala 1980’an û vir ve bi argumana xwe ya xapînok, li ser navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ peymana Cenevreyê bin pê dike.

-Dema ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de ev tê wateya ku li Kurdistanê bi hezaran girtiyên siyasî, îşkence, darizandina neheq, bajarên şehîd, tecawiz, qetlîamên veşartî, kuştinên kujerên wan ne diyar, kuştinên bê darizandin, revandina bi dare zorê, mîrasên hatine talankirin, desteserkirina milkan, şerên neheq, bomberdûman, dagirkerî, barbariyên cîhadîst û gel her dem ji neçarî koç bikin.

-Dema ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de be ev tê wateya ku serokê wê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de be.

-Dema ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de be ev tê wateya ku Fransa û Ewropa li dijî penaber û saziyên kurdan krîmînalîzasyonê û polîtîkayên zextê bike.

-PKK a ku ew xistine lîsteya terorê tê wateya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê sê çalakgerên aştiyê yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez werin kuştin.

-Dema ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de cih bigire ev tê wateya ku ceza li dewleta tirk û rêveberên wê nayê birîn, li dijî gelekî ku bi hezaran salan dîroka wê heye ji bo paqijiya girseyî cebilxaneyê pêşkêşî wê dike. Di vê cebilxaneyê de çekên awarte yên tunekirina girseyan jî heye.

Li hemberî DAIŞ’ê xwe kirin mertalên zindî

Ji sala 2014’an û vir ve rejîma Erdogan dixwaze ji Ewropa û hemû dinyayê bide nîşandan ku Tirkiye di nav qanûnên navneteweyî û peymanan de li ser her tiştî ye. Ji bo ku vê polîtîkaya xwe ya qirker û dagirker rewa nîşan bide, leşkerên bi pere yên cîhadîst ku ew veguherandiye û îxrac kiriye, li dijî PKK’ê dide şerkirin.

Heta duh Fransa jî di nav de civaka navneteweyî li dijî DAIŞ’ê xwe spartibûn têkoşîna bê şert a hêzên kurd. Bi fedakariyên mezin şervanên PYD û PKK’ê ji bo ku dinyayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, xwe kirin mertalên zindî.

Tirkiye ji berê ve ji bo ku binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn, kes an jî avadaniyên ku otorîte û yekitiya dewletê dide ber lêpirsînan, her dem wekî ‘terorîst’ nîşan daye. Vê çanda siyasî ya ji ber dîktatoriyê pêk tê, tê wateya dijberiya diyalogê, qedexeya pirparêziyê, dijberiya aştiyê û tavîza ji bo şer. PKK a ku Peymana Cenevreyê îmze kiriye, ji bo ku doza kurdan bi awayekî aştiyane were çareserkirin, tu carî ji ser maseya muzakereyê ya ku tê wateya çareseriya siyasî ranebû.

Derveyî qanûna e ku PKK di lîsteyê de be

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi awayekî pergal zextan li Tirkiyeyê dike. Ji ber ku Yekitiya Ewropayê PKK xistiye lîsteya terorê di her darizandinê de hikûmeta Enqereyê jî ji ‘endamtiya rêxistina terorê’ ceza dide sendîkavan, rojnameger, çalakgerên mafên mirovan ên rayedar û hatine hilbijartin. Ji ber vê pergal durû û helwesta wê ya nemerdane bi hezaran mirov dîl hatine girtin. Heman mekanîzma tê wateya zilma li ser kurdên li Ewropa û Fransayê jî.

Di vê lîstika xapînok a civaka navneteweyî de gelê kurd dibe mutefîkê wan ê ku ji xwe re dikin qurbaniyên peymanên siyasî, berjewendiyên ekonomîk û jeostratejîk û dîplomasiya kurdan.

Îro Fransa jî di nav de welatên endamên Ewropayê di warê edaleta Ewropayê de xwe li derveyî hiqûqê bi cih dikin. Li gorî biryara di 15’ê Mijdara 2018’an de ya T-316/14 a Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê, cihgirtina PKK’ê ya di lîsteya rêxistinên terorê de ne qanûnî ye.

Hêzên rojavayî xwedî berpirsyariyeke giran e

Hêzên rojavayî bi neqanûnîkirina PKK’ê, bi israra xwe ya parastina Tirkiyeyê ji pêkanînan, bi nixumandina zilma giran, di bin berpirsyariyeke giran de ne.

Mîna ku ji biryara Parlamentoya Ewropayê ya bi Gulana 2018’an tê fêhmkirin: “Serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan ji sûcên şer ên li başûrrojhilatê Anatoliyê û ji sûcên dewletê yekser berpirsyar e.”

Wezîfeya her dewletê ye ku Peymanên Cenevreyê bi cih bîne, hurmetê nîşan bide, bide bicihanîn, hurmetê bide nîşandan, bike ku Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

PKK muxatabê bingehîn e

Rêveberên birêz ên Fransa û Ewropayê, em van pirsan li we dikin:

-Eger PKK rêxistineke terorê be, Fransa jî di nav de hêzên koalîsyona navneteweyî di şerê dijî DAIŞ’ê de çawa bi PYD û hêzên kurd ên PKK’î re li dijî DAIŞ’ê şer kirin?

-Li qada navneteweyî pênaseyeke naskirî û qebûlkirî ya li ser ‘terorîzmê’ nîne. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî jî di vê mijarê de asê maye û aliqî ye; Yekitiya Ewropa ji bo PKK’ê weke ‘rêxistina terorê’ bi nav bike, xwe dispêre kîjan pênaseyê?

-Hûn çawa dikarin îzah bikin, ku vê têkoşînê weke xweparastinê pênase nakin û di navbera çalakiyên terorê û têkoşîna rewa ya tevgera azadiyê ya zêdeyî 30 milyon mirovî nirxandineke cuda nayê kirin? Ji aliyê hiqûqî ve gelo ev yek derketina ji rê nîne?

-Hûn bi kîjan hincetê li gorî biryara Dîwana Edaletê ya Yekitiya Ewropayê tevnagerin? Argûmanên ku ji bo mayina PKK’ê ya li lîsteya rêxistinên terorê hatine pêşkêşkirin, bêbingeh in.

-Lîderên rêzdar ên Fransayê û Ewropayê, em bi rengekî aşkera ji we dixwazin ku polîtîkayên xwe yên serkutkirinê rawestînin, dawî li êş, zilm û bêedaletiya bi dehan salan bînin û dînamîka kurdan bibînin. Pirsgirêka PKK’ê li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê ye; li dijî paşverûtî û despotîzmê, ji bo Rojhilata Navîn a Dûr û Navîn li aştî û aramiyê vegere PKK muxatabê bingehîn e.

-Lîderên civaka Ewropayê; em ji we dixwazin ku beriya hîn bêhtir dereng bikevin bi berpirsyariyên xwe rabin, li dijî rejîma dîktatoriyê ya tirk cezayên hîn şênber bi cih bînin û PKK ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin.

-Tevgera Azadiyê PKK 19 sal in di vê lîsteya reş de ye.

-Mohra ‘PKK-Terorîst’ heqareteke ku li rûyê gelê kurd hatiye xistin.

-Ji bo mafê jiyanê ya bi rengê aştiyane, em deyndarê kurdan e ku PKK’ê qanûnî bikin.

Pêşengên kampanayayê

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê (CDK-M)i, Lîga Mafên Mirovan (LDH) a Marsîlyayê, Meşa Jinan a Cîhanê (MMF) 13 Paca, Tevgera Dostaniya Gelan a li Dijî Nijadperestiyê, Tevgera Aştiyê, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Partiya Komunist a Fransayê (PCF), Partiya Çep û Yekitiya Bajar û Herêmê ya Azadî û Piştevaniyê (CGT).

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar