Navenda Nûçeyan |
Înîsiyatîfa Navnetewî ya Ji Bo Kurdan Edalet ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.
Berê niha demekî ku kampanya bi pêşengiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasê Rojhilata Navîn û Kurdistanê bû, dê sibe rewşenbîr û kesayetên başûrê Kurdistanê jî li Silêmaniyê kampanyaya îmzeyan ragihînin.
Li gorî agahiyên vexwendinnameya komîteya amadekar a ji bo gelek kesayetan şandiye û nûsxeyek bi ragihandinê re hatiye parvekirin, kampanya dê sibe saet 11.00 li salona Xak a Silêmaniyê bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û kesayetên Başûr were ragihandin.
Piştî kampanyayê hat ragihandin wê pêngava komkirina îmzeyan li her devera başûrê Kurdistanê hem bi dest hem jî bi şeklê dijîtal destpê bike.