Înîsiyatîfa Adaleta Navneteweyî ya ji bo kurdan ji bo ku PKK ji nav lîsteya ‘terorê’ yê Yekitiya Ewropa û Amerîkayê were derxistin li paytexta Ekvadorê Quîttoyê standên îmzeyê danîn.
Di standan de ku Kolektîfa Deste El Margen daniye ji bo ku PKK ji lîsteyê were derxistin îmze hatin komkirin.
Standek jê ji bo fuara pirtûkan a li Qesra Carondeletê hate danîn, ya din jî li kolana Reîne Vîctorîa hat danîn.
Endamên Kolektîfê ji aliyekî ve îmzeyan kom dikin û ji aliyê din ve jî behsa neheqiya li ser kurdan dikin. QUÎTTO