Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Ji bo qursên zimanê kurdî yên onlîne eleqeyeke zêde heye

Komeleya Lêkolînên Kurdî, Weşanxaneya Aram, Weşanxaneya Aryen û Weşanxaneya Morî, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, MED-DER û Torza Ziman û Çanda Kurdî jî di nav de 25 sazî û weşanxaneyên kurdî kampanyayeke bi awayekî onlîne ya ji bo qursên zimanê kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku eleqeyeke zêde ji bo van qursan çêbûye û ji 17’ê gulanê heya 1’ê hezîranê, 2 hezar û 70 kesî ji bo qursê serlêdan kirine. Piştî serlêdana 27 pol hatine vekirin. qursên kurmancî û krimanckî li ser sepana ZOOM’ê hatin dayîn.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi têkildarî mijarê axivî û got ku piştî şewba Covîd-19’ê belav bûy, ji bo şagirtên wan mexdûr nebin dest bi dersên onlîneyî kirine û piştî eleqeyeke zêde çêbûye, 25 sazî û weşanxane li hev kom bûne û kampanyayeke bi vî rengî dane destpêkirin.

Êrîşên li dijî kurdî û kurdan

Subaşi bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Ligel kampanyayê, me hewl da pêwendiya di navbera saziyên kurdî de jî xurt bikin. Bi vî awayî me xwe gihand gelek kesan. Saziyên kurdan ên ziman hatin girtin. Bi girtina saziyan re valahiyek çêbû. Ji ber van pirgsirêkan qursên onlîneyî derfeteke baş bûn. Mirov dikare bi vî awayî xwendin û nivîsandina bi kurdî belav bike. Hema hema rojane li ser kurdî erîş hene. Xerakirina pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan a li Sêrtê û kuştina Bariş Çakan a li Enqereyê çend mînakên dawî ne.”

Herî dawî jî Subaşi wiha got: “Li Tirkiyeyê ji ber zimanê nefretê, li her derî êrîş li ser kurdan û kurdî hene. Şîrîn Tosûn li Sakaryayê ji ber ku bi kurdî axivîbû hate kuştin. Lê ev êrîş çiqas zêde jî bibin em ê dev ji kurdî bernedin. Her wiha em ê nehêlin ziman hepsî nav malê jî bibe. Em ê li her derî li her saziyê bi zimanê xwe biaxivin. Wê bi van êrîşan re nikaribin pêşî li ber kurdî bigirin.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar