Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

‘Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser pêyan e’

DFG’ê bi munasebeta 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dibexebitin bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û got ku ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser pêyan e

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), ji bo 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dibexebitin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi sedan rojnameger bi xezeba desthilatê re rû bi rû ne û bi dehan rojnameger jî girtine.

Di daxuyaniyê de qala girtina rojnamegerê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan jî hat kirin û hat diyarkirin ku Aslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye girtin û ev tişt hat gotin: “Di rastiyê de diviyabû ku me îro Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz bikira. Lê neçar in ku girtina hevalê xwe şermezar bikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de 91 rojnameger girtî ne û wiha hat gotin: “Pêkanînên antî demokratîk ên desthilatê roj bi roj zêde dibin. Ji ber rexnekirina desthilat û dewletê doz li rojnamegeran tên vekirin û girtin. Bi Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) û Saziya Ragihandinê û Agahiyên Teknolojîk (BTK) xebatên rojnamegeriyê tên astengkirin. Ji bo rojnamegeriyê hewce nake destûr bê girtin. Rojnamegerî bi qertê nasnameyê nayê kirin, tenê qert amûr e. Ev qert xwezî bila zer, sor û şîn be. Azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye. Lê çi dibe bila bibe ji bo ragihandina heqîqetê rojnamegerên ku têdikoşin û li dijî neheqiyan radiwestin hene. Ev jî hêviyê mezin dike. Weke komele em jî bang li hemû hempîşeyê xwe dikin ku li dijî astengkirina rojnamegeriyê têbikoşin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar