Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji bo rakirina tecrîdê bang li AKP’ê kirin

Damezrînera AKP’ê Fatma Unsal Bostan û Endamê DÎK’ê Mele Ekrem Baran çalakiyên grevên birçîbûnê nirxandin û bang li desthilata AKP’ê kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hiqûqa navxweyî pêk bîne û xwedî li mafê her kesî derkeve

Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) bi armanca ku balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên ku beriya pênç mehan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, li Amedê civîneke çapameniya li dar xist. Ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek ronakbirên oldar û alim beşdarî civînê bûn û tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê nirxandin. Ji beşdarên civînê damezrînera AKP’ê Fatma Unsal Bostan û Endamê DÎK’ê Mele Ekrem Baran ji rojnameya e-rojnameyê re axivîn û têkildarî tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê nirxandinên girîng kirin.

Fatma Unsal Bostan diyar kir ku daxwazên kesên di çalakiya greva birçîbûnê de hem di hîqûqa neteweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de bi hêsanî tên nasîn û wiha got: “Çalakgerên greva birçîbûnê ji ber binpêkirina hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê neçarî çalakiya greva birçîbûnê hatine hiştin. Tişta ku ji dewletê ango desthilatê tê hêvîkirin pêkanîna hiqûqa navxweyî ye. Jiyana mirovan, canê mirovekî ji bo min gelek girîng e. Çalakger gelek bi qîmet in. Em ê bi awayekî ku li her derê bê bihîstin daxwazên we yên meşrû li her derê bînin ziman.”

Banga pêkanîna hiqûqê

Bostan bi bîr xist ku dema qedexeya sergirtinê gelek jin ji bo serbestiya sergirtinê ketine greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Raya giştî di vê mijarê de xwe li keriyê daniye û bi awayekî têrker vî dengî nabe xwe. Li gel ku çalakiya greva birçîbûnê çareya herî dawî ye jî gelek komên cuda yên civakê dem deman serî li vê çalakiyê dane. Divê hem raya giştî ya Tirkiyeyê û hem jî rêveberên welat guh bidin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.”

Di berdewama axaftina xwe de Bostan bal kişand ser nîqaşên ku di rojên dawîn de ji hêla serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve tên kirin û wiha pê de çû: “Li welat desthilateke ku dixwaze meşrûyîta xwe zêde bike heye. Qala tifaqa Tirkiyeyê dike. Bila lingekî vê tifaqê jî bibe pêkanîna hiqûqa navxweyî. Heta ku hûn hiqûqa xwe ya navxweyî pêk neynin hûn nikarin tifaqeke bi rengî pêk bînin.” Bostan herî dawî bang li desthilata AKP’ê kir û daxwaz kir ku ji bo rakirina tecrîdê rojek zûtir hiqûqa naxweyî pêk bîne.

Greva birçîbûnê rewa ye

Endamê DÎK’ê Mele Ekrem Baran jî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê li dijî zilmê hatiye destpêkirin û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê rêyeke têkoşîna maf stendinê ye. Hem di aliyê siyasî û hiqûqî de û hem jî di aliyê olî de çalakiyeke rewa ye.” Baran qala çalakiyên greva birçîbûnê yên di civaka îslamê de kir û got ku li Filistînê kesên oldar ên di zîndanên Îsraîlê de jî li dijî zilma Îsraîlê serî li çalakiya greva birçîbûnê didin.

Baran destnîşan kir ku li Tirkiyeyê binpêkirina makeqanûnê heye û ev tişt got: “Heke li gorî makeqanûnê tevbigerin dê tecrîd bixwe rabe û çalakiya greva birçîbûnê ya li welat û derveyî welat ku bi beşdariya bi hezaran kesî hatiye destpêkirin, dê bi dawî bibe.” Baran ji bo bidawîbûna tecrîdê bang li AKP’ê kir û ev tişt anî ziman: “Divê AKP destpêkê li makeqanûnê û paşê jî bi awayekî wekhev li mafê li herkesî xwedî derkeve. Ji bo ku rola xwe ya mirovahiyê bilîze divê demildest tecrîda li ser Ocalan rabe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar