Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo rakirina tecrîdê kampanyaya îmzeyan

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û piştgiriya bi çalakiya Leyla Guven re, li ser malpera change.org’ê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, 73 roj li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriya bi çalakiya Guven re hem li hundir û hem jî li derveyî welat çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de  li ser change.org’ê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin. Di nivîsa kampanyayê de ev tişt tên gotin:

Dawî li tecrîdê bîne

73 roj in Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven di 31’ê çileya sala 2018’an de ji ber operasyona li dijî Efrînê rexne kir, hat girtin.

Di 24’ê hezîrana sala 2018’an de weke parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê hate hilbijartin.

Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Li Girava Îmraliyê li ber çavê hemû cîhanê bi salan e îşkence li Ocalan tê kirin. Ji bo ev îşkence bi dawî bibe, Leyla Guven canê xwe danî holê û dibêje ku bila ev tecrîda giran bi dawî bibe. Piştî Leyla Guven nêzî 300 girtiyan bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Greva birçîbûnê didome û belav dibe.

Bidawîkirina tecrîdê daxwaz dike çimkî;

– Ev tecrîd destpêka bilindbûna faşîzma AKP’ê ye. Rewşa Awarte îlan kirin. Azadiya ramanê qedexe kirin. Li dijî mafê rêxistinê û heta mafê jiyanê di bin êrîşên giran de ne. Di vê demê de ev êrîş li her deverê belav bûn. Van êrîşan anîn halek ji rêzê. Tecrîd li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Tecrîd li dijî daxwaza jiyana bi hev re ya Tirkiyeyê ye, weke êrîşekê ye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, tecrîdkirina Ocalan astengî ye.

-Dewlet, birêz Abdullah Ocalan ku gelê kurd temsîl dike û ji bo aştiyê nexşerê amade kir, ji bo bidawîkirina şer di nava hewldanan de ye tecrîd dike. Bi vê yekê re jî îhtîmala çareseriyeke aştiyane û danûstandinên muzakereyê tune dike.

Dostên dilovan;

Bi rakirina tecrîdê re astengiyên li pêşiya aştî û hêviyên gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn, cîhan û kurd dê bi dawî bibin. Di vê çarçoveyê de di serî de jin, em bang li hemû mirovên ku bi aştî û piştevaniyê bi bawerin dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê vê nameyê îmze bikin.”

Lînka kampanyaya îmzeyê wiha ye:

https://www.change.org/p/leyla-guven-petition-for-leyla-guven   AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar