Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo rantê hewl didin elewiyan bidin koçkirin

Welatiyên kurdên elewî ku li taxa Cemal Gursel a Meletiyê dimînin diyar dikin ku ji bo rantê tê xwestin ku taxa wan bê valakirin.

Yek ji bajarê ku di bin tesîra erdhejê de maye jî Meletî û navçeyên xwe ne. Li gorî hin texmînên tên kirin heta niha ji Meletiyê 350-400 hezar kesî koç kiriye û li navendê û navçeyên wê bi hezaran mal hilweşiyane. Taxa Cemal Gursel li navçeya Navendî ya Yeşîlyûrta Meletiyê ye. Tax li qûntara Çiyayê Beydagiyê ye û yek ji taxa herî hindik xesar dîtiye. Bi piraniya şêniyên taxê kurdên elewî ne. Bi piraniya malan yek qatî ne û hema bêje avahiyek jî hilneweşiyaye.

Xelkê taxê ku kurdên elewî ne diyar kirin ku li taxa wan xaniyek jî hilneweşiya ye û li malan şûşeyek wan jî neşikestiye. Xelkê taxê anîn ziman ku tevî vê yekê jî rayedarên Wezareta Hawirdorê û Bajarvaniyê li taxê lêkolîn pêk anîne û rapora xesara giran dane malan. Xelkê taxê da zanîn ku li gel ku li taxê kesek jî jiyana xwe ji dest nedaye lê niha ji bo rantê wan neçarî koçberiyê dikin û ew ê li dijî vê biryara raporên xesarê serî li rêyên hiqûqî bidin.

‘Em ê li dijî biryarê derkevin’

Ji şêniyên taxê Ayhan Yildirmaz anî ziman ku mala wan tiştek pê nehatiye û got: “Ji ber ku taxa me ya kurdên elewî ye û em xwedî li îradeya xwe derdikevin, niha jî dixwazin bi rêya xesara giran me ji taxa me derxin. Beriya erdhejê jî xwestin di bin navê bajarvaniyê de me ji taxa me derxin û bi rêya TOKÎ li taxê xaniyan çêkin. Em ê li dijî vê biryara rapora xesarên giran têbikoşin.”

‘Heke xesar bidîta me kêliyek jî li vir nediman’

Abûzer Saritaş jî da zanîn ku rapora xesara giran dane mala wî û got. “Heke li derzek biçûk jî li mala min biketa ez ê kêliyek jî lê nemama. Ewilî TOKÎ vir xwest lê me destûr neda. Niha jî dixwazin erdhejê bikin firsend û li vir rantê bikin.”

‘Li pey rantê ne’

Hasan Saritaş jî destnîşan kir ku biryara ku ji bo mala wan hatiye dayîn bir amanca projeya rantê hatiye dayîn û got: “Ev dîsa li pey rantê ne. Malên me xesar nedîtine. Ji bo berjewendiyên xwe dixwazin me ji vir derxin. Em dixwazin bila şandeyên serbixwe werin malên me lêkolîn bikin.”

Yuksel Saritaş anî ziman ku ji erdhejê û vir ve ji mala xwe derneketiye û bang li rayedaran kir ku divê dîsa li taxa wan lêkolîn bê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar