Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo Rêber Apo 1,5 milyon îmze hatin komkirin

Ferzende Mûnzûr diyar kir ku kampanyay îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi ruhê seferberiyê didome û wiha got: “Kampanyaya îmzeyan wê heta 4’ê nîsanê bidome. Heta niha 1,5 milyon îmze hatine komkirin û em ê van îmzeyan ji saziyên navneteweyî re bişînin.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kampanyaya komkirina îmzeyan hat destpêkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr derbarê kampanyayê de agahî da. Ferzende Mûnzûr diyar kir ku 9’ê sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû bajaran komîte ava kir û dest bi kampanya îmzeyan kirine.

Mûnzûr daxuyand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di asta seferberiyê de kar tê kirin û got, “Di çarçoveya kampanyayê de ku bala gel dikişîne, li nava malan, li saziyan îmze têne komkirin, stant têne danîn. Heta niha 1,5 milyon îmze hatine komkirin. Kampanya îmzeyan wê heta 4’ê Nîsanê dewam bike. Kampanya wê di 4’ê nîsanê de bi dawî bibe û em ê îmzeyên hatine berhevkiirn radestî Konseya Ewropayê bikin.”

Ferzden Mûnzûr anî ziman ku têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan destpê kirine ku ji 11 saziyên Doktorên Sînornenas, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch-HRW) û got, “Rêber Apo temsîla gelekî dike, çarenûsa siyasî diyar dike. Li hemberî Rêber Apo binpêkirinên cidî yên hiqûqî hene. Di pêngavê de ku 29’ê Sibatê destpê kir, wê ji saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re name bêne şandin. Ev pêngav bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re pêk tê.”

Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku şandeya CPT di navbera 13-22’ê sibatê de serdana Tirkiyeyê kir, lê belê neçû Îmraliyê û got, “Îmrali navenda êşkenceya herî giran e. Di demekê de ku gelê Kurd û dostên wan li dijî êşkenceyê, ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî dengê xwe bilind dikin, mixabin CPT diçe Tirkiyeyê lê belê serdana Îmraliyê nake. CPT li gorî berjewendiyên siyasî yên Tirkiyeyê tevdigere. Dûrî wezîfe û berpirsyariyên xwe ye. Divê CPT careke din biçe Tirkiyeyê û bi lez serdana Îmraliyê bike. Di nava mehekê de zêdeyî çar caran li Marmarayê erd hejiya. Divê Rêber Apo karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne. Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe. Divê CPT wezîfeya xwe pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar