Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Piştgiriya ji bo ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’

Li baregeha Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê ya Hewlêrê îro Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û hêzên di nava KNK’ê de bi boneya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê daxuyanî dan û ji hemû girtiyên siyasî re azadî xwestin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi bîr xist ku ji berî 21 salan Ocalan radestî dewleta tirk hate kirin û ji yasa, pîvanên navneteweyî û mafên mirovan dûr hatiye girtin.

KNK’ê destnîşan kir ku armanca vê komployê tunekirina tevgera kurd bû lê îrade û xwesteka azadîxwaza gelê kurd ew plan pûç kir û diyar kir ku heta niha ji bo azadiya Ocalan gelek hewldan hatine kirin û di vê çarçoveyê de bi navê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê li ser asta cîhanê kampanyayek hatiye destpêkirin û weke KNK’ê piştgirî didin.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev bang tê kirin: “Em li vir daxwaz ji saziyên neteweyî yên li başûrê Kurdistanê, serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmet, parlamento, serokkomar û nûnerên kurd ên li Bexdayê dikin ku weke nûnerên kurd ji bo gihandina daxwazên mafên rewa yên gelê me yên li hemû parçeyên Kurdistanê rol bigirin.

Daxwazê ji civaka navneteweyî dikin ku ji bo aştiyê zextê li dewleta tirk bikin ku dest ji siyaseta înkar û qirkirina gelê kurd bîne. Ji bo vê jî pêwîst e gava yekem birêz Ocalan azad bike. Ku careke din were îspatkirin ku azadiya birêz Ocalan wê bibe kilîda çareseriya aştiyane û aramiya herêmê.”

KNK’ê ji tevahiya girtiyên siyasî re azadî xwest.

Her wiha daxuyaniya partî û aliyên siyasî yên di nava KNK’ê de jî hate xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke hêz û aliyên siyasî yên di nava KNK’ê de piştgiriyê didin vê pêngavê. Daxwazê ji saziyên mafên mirovan ên ser bi Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafê Mirovan a Yekitiya Ewropa û raya giştî dikin ku ji bo azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî ên kurd ên li bakurê Kurdistanê zextê li dewleta tirk bikin. Dewleta tirk Ocalan weke pêşengê aştiyê qebûl bike û demildest pêvajoya aştiyê destpê bike.

Aliyên kurd di çarçoveya yekgirtina siyasî de peyama aştîxwazene bigihînin raya giştî.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar