Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji bo roja cîhanî ya ’Azadî ji Abdullah Ocalan re’ banga daketina qadan!

10’ê Kanûnê weke roja ’Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatiye destnîşankirin û KCDK-E’yê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga daketina qadan li kurdan û dostên wan kir

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hat gotin: “Dewleta tirk a faşîst ku taşeroniyê ji tecrîda navneteweyî re dike, bi rengekî bêperwa sîstema îşkenceyê dewam dike, ji bêdengiya saziyên Ewropayê û hêzên navneteweyî hêzê werdigire. Dewleta tirk a faşîst tecrîd li ser Rêber Apo li tevahiya Tirkiye û Kurdistanê belav kiriye.”

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê û CPT da ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in û ev tişt anî ziman: “Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo gaveke girîng e, lê belê dema ku heta îlona 2022’an daye Tirkiyeyê demeke gelekî dirêj e ku nayê qebûlkirin.

Rêber Apo kesekî ji rêzê nîne. Rêber Apo hêviya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e, li dijî şer yekane hêza çareseriyê ye. Bi paradîgmaya xwe bûye rêberê azadî û demokrasîxwaz ê ji bo gelên cîhanê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şexsê Ocalan de li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, li dijî nirxên gelê kurd şer tê meşandin û hat diyarkirin ku Erdogan ê dîktator dixwaze bi komkujî û qirkirina gelan li ser pêyan bimîne û wiha hat gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya şerê li dijî siberojên ji jiyana hevpar a gelan, azadî û mafên demokratîk. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo tê wateya misogeriya aştiya civakî, demokrasî û azadiyê.

Sazî, rewşenbîr, kesayet û rêxistinên demokratîk, azadîxwaz, aştî û edaletê jî di nav de Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re 10’ê Kanûnê Roja Azadiya ji Abdullah Ocalan re ragihandin.

Bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ay Cîhanê wê çalakî bên lidarxistin û di serî de kurdistanî wê bi daxwaza azadiya Rêber Apo tevlibûneke girseyî li çalakiyan bibe. Di vê çarçoveyê de çalakî wê 11’ê kanûnê bên lidarxistin.”

Di daxuyaniyê de bi navê KCDK-E’yê bang gelê Kurdistanê, rewşenbîr, hunermend, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan, alîgirên azadî û demokrasiyê hate kirin ku tev lî çalakiyan bibin.

10’ê Kanûnê weke roja azadiyê ya Abdullah Ocalan hat ragihandin

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî biryar li ser da ku 10’ê Kanûnê ‘Roja Cîhanî ya Azadiya Abdullah Ocalan’ be. Ji ber ku 10’ê Kanûnê ew e roj e ku ‘Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan’ hatiye qebûlkirin, biryareke wiha hatiye danîn. Wê rojê dê ji Neteweyên Yekbûyî re were gotin ku ‘Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan’ ji bo Abdullah Ocalan bi cih bîne!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar