Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ji bo rojbûna Ocalan çalakiyên cuda hatin lidarxistin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Mexmûrê Mîhrîcana Çand û Wêjeyê ya 4’ê Nîsanê dest pê kir. Her wiha li Amûdê jî bi pêşengiya Kongreya Star şitlên darên fêkî hatin çandin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Rihayê ji dayik bû. Bi boneya 70’emîn rojbûna Ocalan, her sal li Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Yek ji van çalakiyan jî Mîhrîcana Çand û Wêjeyê ya 4’ê Nîsanê ye ku her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê pîrozkirin e. Di heman demê de li rojavayê kurdistanê jî her sal çalakiyên cuda tên lidarxistin.

Bi boneya 70’emîn rojbûna Abdullah Ocalan, li Mexmûrê 12’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê dest pê kir. Mîhrîcana ku ji aliyê Saziya Hînkarî û Perwerdeyê ve tê organîzekirin dê 2 rojan dom bike. Mîhrîcan, bi tevlêbûna hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadekariyê, li saheya futbolê dest pê kir.

Mîhrîcan diyarî çalakvan kir

Di çarçoveya mîhrîcanê de li Eywana Konferansê ya Wargehê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşengeh ji aliyê xwendevana dibistana amadekariyê Ozlem Bîlen ve hat vekirin. Bîlen di serî de bixêrhatina hemû beşdaran kir û pêşangeh diyarî hemû çalakvanên di greva birçîbûnê de ne, kir. Piştre jî beşdar li pêşengaha ku ji beşan pêk tê geriyan.

Beşên pêşangehê

Di pêşengahê de ji bo Ocalan û şehîdên azadiyê beşeke taybet hatiye vekirin. Beşek ji bo xwendevanên Dibistana Navenda Hêvî, beşek ji bo wêneyên koçberiya Wargeha Mexmûrê û beşek jî ji bo helbest û dariştinên xwendevanan hatiye veqetandin. Di pêşangehê de wêneyê Ocalan ê ku ji keviran hatiye çêkirin, rastî eleqeyeke mezin tê.

Xwendekar û wênesazan jî di pêşengehê de wêne xêz kirin. Pêşangeh dê heta 4’ê nîsanê ji gel û xwendevanan re vekirî be. Piştî vekirina pêşangehê, li saheya futbolê di navbera xwendekaran de pêşbirk hatin lidarxistin.

Li Amûdê çalakî

Bi heman boneyê li gundê Sancaq ê Amûdê ya Qamişlo jî bi pêşengiya Kongreya Star û Meclisa Sancaqê, di bexçeyê dibistana zarokan de nêzî 55 dar hatin çandin. Di dema çandina daran de jinan dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin û tililî lîlandin. Jinan da zanîn ku ew bi saya Ocalan bûn xwediya vîn û bawerî. Jinan daxuyand ku hişmendiya desthilatdariyê jin kiribû kole lê bi saya fikrên Ocalan, jinan xwe ji koletiyê xelas kir û bûn xwedî maf û biryar. MEXMÛR-AMÛDÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar