Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Ji bo Rojhilat banga greva giştî

PJAK’ê têkildarî çalakiyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da û banga greva giştî kir.

Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî kuştina Jîna Emînî ji hêla rejîma Îranê ve hatibûn destpêkirin, bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Ciwanro, Riwanser, Pawe, Bane, Seqiz, Kamyaran, Sine, Bokan û gelek bajarên din ên Rojhilat, esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin. Her wiha mamoste û xwendekar jî tev li çalakiya boykotkirinê bûn. Di çalakiyên li bajarê Sineyê de hêzên rejîmê çalakvanek şehîd xistin.

Her wiha li bajarên ku çalakî lê didomin de hêzên rejîmê bi ser malên welatiyan de digirin. Yek ji bajarên ku herî zêde çalakvan lê hatine binçavkirin jî Mahabad e.

Li hêla din, çalakiyên li bajarên Tehran, Emdiştahran, Mîr û Reyê jî bênavber didomin.

Banga greva giştî

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî kesên ji hêla rejîma Îranê ve tên kuştin daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li gel kir ku di 24’ê mijdarê (sibê) de tev li greva giştî bibin. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tenê di nava hefteya bihûrî de 50 zarokên vî gelî hatin şehîdkirin. Ji bo valaderxistina vê plana zalimane, pêdivî bi piştevaniya gelê kurd, gelên Îranê, sendîka, rêxistin û partiyên din ên li seranserî Îranê heye. Banga me ji bo hemû welatiyan, sendîkayan, blokên piştevaniyê, partî û hemû sazî û dezgehên li Îranê ew e ku piştgiriyê bidin gelê kurd û ji bo parastina şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ di 24’ê mijdarê de tev li greva giştî bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar