Bi înîsiyatîfa Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ji bo ji pirsgirêka Sûriyeyê re çareseriyekê bibînin ji sala 2017’an vir ve li Astanayê civîn tên lidarxistin. 12’yemîn civîna Astanayê bi navê xwe yê nû Nûr Sûltan di 25-26’ê Nîsana 2019’an de hat derbaskirin.
Ev civînên ku mîna alternatîfa civînên Cenevreyê hat organîzekirin, di destpêkê de bi hêvî û bendewariyek mezin civiya. Bi demê re civîna Astanayê ji armanca xwe ya bingehîn dûr ket û veguherî civîna rantê. Di van civînan de hêzên mezin û li herêmê xwedî bandor bi her awayî xwe li ser hêzên herêmî ferz kirin.
Bêguman di roja îro de gelek hêzên navnetewî dixwazin pirsgirêka Sûriyeyê bi awayekî dîplomatîk bê çareserkirin. “Herî kêm hêvî û bendewariyên xwe wisa bi lêv dikin.” Lê mixabin gelek hêzên ku ne ji dûr û ne jî ji nêz ve tu eleqeya wan bi Sûriyeyê re tune ji bo di siyaseta Rojhilata Navîn de bibin xwedî rol û li herêmê giraniya xwe ava bikin benzînê li agira heyî dikin û nahêlin ev girêka kor bê çareserkirin.
Mirov dikare bêje, civînên Astanayê jî yek ji van astengiyên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye. Di sala 2017’an de dema cara yekem civîna Astanayê kom bû aliyên ku beşdarî civînê bûn hewldan ku li herêmê xwe bikin hêz. Ji bo di civînên bi vî rengî de jî xwedî hêz bin her yekî ji wan serî li rê û rêbazekî cuda da. Rûsya her çiqas xwe nêzî rejîmê dide nîşandan jî dema berjewendiyên wê têk biçin dê yekser xwe dûrî rejîmê bigire. A din Rûsya her tim li hemberî Sûriye, Îran û Tirkiyeyê karta kurd da bikaranîn. Bi vî awayî Rûsya wan mûxtacî xwe dike. Tirsa Tirkiyeyê ya herî mezin ew e ku li herêmê avakirina herêmekî xweser a kurd e. Tirkiye ji bo pêşî li vê bigire jî şerê li herêmê heyî gûr dike. Alîkariyê dide komên çete û wan xwedî dike. Ev siyaseta Tirkiyeyê ya kêrnehatî ji hêla hemû hêzên navneteweyî ve jî êdî tên zanîn. Ji bo Îranê jî Sûriye hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de pir girîng e. Lewma mirov dikere bêje yê herî zêde li ser vê mijarê kûr dipoje yek jê jî Îran e. Ji ber ku Îran dizane şêwazê çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wê yekser bandorê li ser wê bike. Ji ber vê yekê Îran di siyaseta xwe de hur dajo kûr dajo û naxwaze kes biêşe.
Hêzên ku ji bo çareseriya Sûriyeyê di nav siyasetek wisa qirêj de bin gelo wê bikaribin ji bo gelê herêmê çareseriyek bingehîn ava bikin? Ne xêr. Lewma civîna Astanayê bi demê re ji rastî û mîsyona xwe dûr ket.
Di 12’yemîn civîna Astanayê de ji rewşa Sûriyeyê zêdetir rewşa Idlibê û komên çete yên li herêma Idlib bi cîh bûne mijara sereke bû. Di vê civîna nûnerê Netewa Yekbûyî, Urdun, Xaça Sor û rejîma Sûriyeyê wek çavdêr beşdar bûyî de, Nûnerê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn yê Sûriyeyê Alexandêr Lavrentiev di axaftina xwe de da diyarkirin ku; ‘komên terorîst ên girêdayî Hayat Tarar-î Şam bi alîkariya hin hêzan ve ji sedî 90 herêma Idlibê di bin kontrola xwe de digirin. Rûsya ji bo darbeyê li van komên terorîst bixe bi her awayî êrîş dike.” Levrentiev di axaftina xwe de daxwaz kir ku hêzên bi wan re di nav hevkariyê de ne pêwîst e di mijara Idlibê de jî bi wan re kar bikin.
Di vê civînê de Rûsya bi awayekî vekirî mesaj da Tirkiyeyê. Di mijara Idlîibê de Rûsya li pêşiya nûnerê Netewe Yekbûyî, Urdun, Xaça Sor û rejîma Sûriyeyê Tirkiye wek hevkarê komên çeteyan pênase kir. Ji bo Rûsya civînê li gor daxwaza xwe bide meşandin jî nehişt aliyên ku Tirkiye dixwest beşdarî civînê bibin. Ji destpêkê ve Tirkiye ji bo ENSK û nûnerê hin komtên çete beşdarî civînê bibe xwedî israr bû.
Civînên Astanayê her çiqas bi boneya çereseriya pirsgirêka Sûriyeyê tên organîzekirin jî lê 12’yemîn civîna Astanayê li gor min di hin mijaran de ji bo hişyarkirina Tirkiye û rewakirina êrîşên Rûsyayê yên li ser Idlibê bû. Bêguman piştî vê civînê wê mijara Idlibê hîn zêdetir têkeve rojeva me. Di kulîsên Moskovê de li ser operasyonek mezin nîqaş tên meşandin. Beriya ev operasyona ku dê li Idlibê bê destpêkirin Rûsya bi vê civînê hem hevkarê xwe û hem jî hêzên li ser herêmê xwedî plan û proje ne hişyar kir. Lê em jî ji bîr nekin ku dema mijar Rûsya û siyaseta wê ya Rojhilata Navîn be tu carî tiştekî zelal nîne.