Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo sala 44’an a PKK’ê tev li nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanan guh dan banga 'Werin cenga azadiyê' û bi wesîleya sala 44'an a damezirandina PKK'ê tev li nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ de ji bo tev li berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin, tev li nava refên PKK’ê bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku bi wesîleya sala 44’an a damezirandina PKK’ê ji bo li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk rabin biryar dane ku tev li refên gerîla bibin.

Ciwanan di destpêka daxuyaniyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin, şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn û ev daxuyanî dan:

“Divê hêzên dagirker zanibin ku asîmîlasyon, qirkirin, talan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser gelê kurd û cografyaya Kurdistanê wê bêhesab nemînin, her mala ku hatiye şewitandin û xerakirin, her welatparêzekî kurd ê hatiye qetilkirin wê ji bo me bibe hinceta tolhildanê.

Ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Sûrê heta Şirnexê me şehîdên xwe yên leheng ji bîr nekir ku bi berxwedana xwe hebûna kurdan parastin û dîrok nivîsandin. Tu carî ji bîra me naçe ku em deydarê wan in. Eger rejîma faşîst îro hatibe ber hilweşînê, ev yek encama têkoşîna şehîdên leheng ên berxwedana xwerêveberiyê Çiyageran, Zeryanan û Axînan e. Gerîlayên ku bi vî ruhê berxwedanê îro ji Zagrosan heta Dêrsimê şer dikin, derbên hilweşînê li rejîma faşîst dixin. Em zanin ku eniya herî pêş a têkoşîna li dijî rejîma faşîst qadên gerîla ye. Qada ku têkoşîna azadiyê bi rengê herî çalak lê bê meşandin qada gerîla ye.

Dersa ku me ji dîroka PKK’ê ya 43 salî wergirtiye ew e ku yekane tişta ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê pêwîstî pê heye, ew jî şoreş e. Li ser bingeha armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me, bi wesîleya sala 44’an a PKK’ê em dibêjin ku bi ruhê serketinê em ê PKK’î bin û teqez serketinê misoger bikin.

Li ser vê bingehê ji bo têbikoşin û rejîma faşîst têk bibin, têkoşînê jî bi ser bixînin em tev li nava refên gerîla dibin. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ku pêngava misogerkirina azadiyê û parastina hebûnê ye, em bang li ser her kesî dikin ku bi pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ bibin gerîla.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar