Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê de axivî. Bîlgen diyar kir ku tiştên bêyî bedel hatine bidestxistin, domdar nebûne. Bîlgen da zanîn ku cihê qeblêkirinê îradeya gel e û pêşniyara Şêwaza Paşve Gazîkirinê kir
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Wezaretê di 17’ê îlonê de qeyûm tayînî şaredariya Pasûr a Amedê û di 18’ê îlonê de jî tayînî şaredariya Qereyazi ya Erziromê kir. Ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman, li Wanê jî di roja 36’emîn de çalakiya Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin.
Nobeta Demokrasiyê ya ku bi pêşengiya HDP’ê li Wanê tê lidarxistin îro jî bi tevlêbûna parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan, hevşaredar Mûstafa Avci, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, hevşaredarên navçeyan, endam û rêveberên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, endamên Jinên Ciwan ên HDP’ê û gelek welatiyan li ber avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin.
Endamên Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê bi tîşortên ku nivîsên ‘Ji tecawiz, asîmîlasyon û hîşbirê re na’ û bi pankarta ‘Jinên ciwan dê faşîzmê têk bibin’ hatin qada nobetê.
Komuna Parîsê
Di çalakiyê de hevşaredar Ayhan Bîlgen axivî û anî ziman ku ya ku di roja 36’emîn de tê parastin, di esasê xwe de şert û mercên herî asayî yên weke demokrasî, vîna gel û daxwaza azadî û pêkvejiyanê ne. Bîlgen bi lêv kir ku hemû tiştên bêyî ku têkoşînê hatine bidestxistin demkî ne û wiha domand: “Ji bo rêveberiyên herêmî li cîhanê tecrubeya herî binav û deng tercubeya Parîsê ya di sala 1870’an de ye. Rêveberiya herêmî ya Parîsê tenê karî 70 rojan bidome. Lê mirovahiyê rêveberiyên herêmî, birêvebirina herêmî û demokrasî bi saya bedelên wê demê hatine dayîn gihayê. Dirûşma bajar û mirovên azad di esasê xwe de bi bedelên giran ango bi xwîna li kolanên Parîsê herikî hatine bidestxistin, hatine qîrîn.”
‘A girîng ew e ku mirov ji heqîqetê venegere’
Bîlgen destnîşan kir ku dema qala westana di partiya xwe de dike û dibêje; ‘Divê Omeran bibînin’, li vir qala Omer Bîn Hattat nake û wiha got: “Ez qala Omer Bîn Abdulazîz dikim. Desthilatdariya wî tenê du salan karî bidome. Lê di dîroka îslamiyetê de mînaka demokrasiyê ye. Lê li hemberî nelirêtî û kedxwariyê tenê karî 2 salan bijî. Ya girîng ew e ku bedela wê çi dibe bila mirov ji heqîqetê venegere. Ger ku gelê Wanê ji ber jigirtinapeywirê ya Bekîr Kaya paşve gav biavêta, dê di 31’ê adarê de heman wêne derneketibûya. Ango xuyaye ku ev rêbaza qeyûm çareserî nîne.”
Şêwaza Paşve Gazîkirinê
Di berdewamê de jî Bîlgen wiha derbirî: “Ger ku gelê Wanê ji rêveberiya heyî nerehet be, di cîhanê de rêbaza vê aşkera ye. Şêwaza Paşve Gazîkirinê. Dema ku meclis vebûn bila vê rêbazê bixin rojevê. Qet pêwîstî bi 5 salan nîne. Ev rêbaz bila li Wan, Mûş, Qers, Şirnex û li deverên din bê ceribandin. Ger ku hûn ên qeb kirinê bin, divê hûn bizanin ku cihê qeban vîna gel e. Bila gel tiştê ku dixwaze bi xwe diyar bike. ”
Pergala hevserokatiyê
Bîlgen herî dawî jî bal kişand ser pergala hevserokatiyê û ev tişt destnîşan kir: “Pergala hevserokatiyê ji bo me rawestgeha dawiyê nîne. Sînorê mînîmum e. Sînorekê hindiktirîn ê ku jinên ku nîviya nifûsa cîhanê ne bikarin biqasî keda xwe, bikarin xwe lê îfade bikin û cihekî ku bikarin tev li pêvajoyên biryardayînê bibin e. Ev noqteya destpêkê ye. Ger ku ji bo mirovahiyê talûke û bizirar be, wê demê partiyan çima destûra wê da? Çima di referandûmê de hate bikaranîn?”
Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser kevin’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî berxwedana Wanê’ bi dawî bû. WAN