Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ji bo Şehîd Xebat Marînos konê sersaxiyê hat vedan 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo şervanê HSD’ê Xebat Marînos konê sersaxiyê hat vedan. Di merasîma bîranînê de bavê şehîd got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û heta dawiyê dê li pey doza şehîdên xwe bin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şervanê HSD’ê Xebat Marînos ku di 8’ê sibatê de li Hesekê şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan. Şêniyên wargehê û her sê meclisên wargehê serdana konê sersaxiyê kirin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Rubar Îlhan axivî. Îlhan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Rêber Apo, malbata şehîd û gelê kurd ê welatparêz re xwest û wiha got: “Kesayetên mîna Şehîd Xebat di têkoşîna me de cihek pir girîng digirin. Em wan bi minetarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan didin. Wek Rêber Apo jî dibêje ‘Ez wargehê bikim sembola Kurdistanê.’ Ji ber vê yekê em bûne hêviya gelên bindest, em ê berdewam jî bikin.”

Piştre li ser navê malbatê bavê şehîd, Ehmed Orhan axîvî.

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’

Ehmed Orhan bal kişand li ser bexwedaniya gelê kurd û ev tişt anî ziman: “Em wek penaberên siyasî her tim bûne hedefa dijmin, berxwedaniya me wisa kir ku dijmin ji me bitirse. Bi dehan balafiran erîşî me kirin, em vê şermezar dikin û dibejin, em Kurd in, nasnama me kurd e, cil û bergê me kurdî ye, axa ku em li ser dijîn jî Kurdistan e. Heta ku yek kes ji me bimine jî em ê li ber xwe bidin û li pey doza şehîdên xwe bin. Em bi şehîdên xwe serbilind in, divê dijminên me serê xwe li hember berxwedaniya kurdan biçemîne.”

Piştî axaftinan serdan bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.  MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar