Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji bo şehîdên Xelîfanê ev 150 roj in çalaki didomin

Gelên Rojava, ji bo ku cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn bistînin ji 5’ê cotmehê û wir ve çalakiyan didomînin. Lê belê heta niha PDK'ê bersivek nedaye malbatan û cenaze jî radestî wan nake

Gelên Rojava ku ji bo cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn bistînin ji 5’ê cotmeha 2021’an ve tim li qada ne û dibêjin, ‘’Çalakî, meş, mîtîng, grêvên birçîbûnê her çi hewce bike em ê bikin lê em ê cenazeyên xwe ji xayinan bistînin. Hewce bike di vê rêyê de em ê şehîd jî bibin’’ û ev 150 roj in çalakiya xwe didomînin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) 3’yê Cotmeha 2021’an di daxuyaniyê de ragihandibû şeva 29’ê Tebaxê saet li derdora 02:3’an komeke gerîla ya ku ji heft kesan pêk hatî dema ku ji qada Qendîlê dixwestin bicine herêma BehdînaNê PDK’ê ew kirine kemînê û wiha gotibû: “Zelal bûye di encama vê êrîşê de 5 hevrêyên me bi teqezî şehîd bûne, hevrêyeke jî bi îhtîmal dibe ku bi birîndarî hêsîr ketibe. Hevrêyê me Hakî ku di nav koma heft kesî de bû, rasterast ev rûdan dîtiye û piştî demekê bi sax û silamet ji cihê rûdanê dûr ketiye. Hevrêyê me Hakî xwe gihandiye hêzên me û êrîşa ku bi destê hêzên PDK’ê pêk hatî ji gelek aliyan ve zelal kiriye.”

Di serî de li Rojava li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropayê Kurdan piştî ku HPG’ê derheqê rûdana li Xelîfanê daxuyanî da derketin qadan.

Gelên Rojava 5’ê Cotmeha 2021’an li Sêmalka ya li ser sînorê Rojava-Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya domdar kir. Çalakiya ku 111 rojan dom kirî, bi daxuyaniya “Têkoşîna me wê li hemû qadan bidome” li Sêmalka hate qedandin. Li hemû qadên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev ji 150 rojî zêdetir e çalaki didomin û xayintiya PDK’ê tê protestokirin.

Êrîşa PDK’ê û ambargo

Di roja 77’an a çalakiya Sêmalka de 15’ê Kanûna 2021’an hêzên PDK’ê êrîş birin ser çalakgeran. Di êrîşa PDK’ê de 2 jê bi giranî 15 kes birîndar bûn. Piştî êrîşê roja dî sînor hate girtin û ambargo û dorpêç hate danîn.

Gelên Rojava bi çarçoweya fermanên dewleta Tirk a bi destê PDK’ê li dijî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka derketin qadan û ev biryar şermezarkirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo ku cenazeyên gerîla werin standin 20’ê Sibata 2022’an bi dirûşma, “Bi berxwedana Kobanê em ê dagirkeriyê û xayintiyê têk bibin” li Kobanê çalakiya kondanînê çêbû. Di çalakiyê de hate gotin, “Gelê Kurd û fedayiyên wê, xeta berxwedanê danîne ber xwe, PDK jî xeta îxanetê. PDK bi hevkariya bi dijminên Kurd re ispat kir ku li dijî yekîtiya Kurd dijminatiyê dike.”

Li Herêma Cizîrê meşa girseyî

Gelên Herêma Cizîrê 28’ê Sibata 2022’an ji bo şehîdên Xelîfanê li Tirbespiyê hatin cem hev. Di meşê de bi deh hezarnan kes hazir bûn. Hate gotin, “Em hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin, em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku destekê bidin têkoşîna azadiyê. Hevkariya PDK’ê û Erdogan teşhîr bikin.”

Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirker bêgav man ku koçî Şehbayê bikin ji bo ku PDK’ê şermezar bikin 2’yê Adarê bi diruşma “Bimre Xayintî” ji navçeya Ehdasê ya Şehbayê heta bi Deriyê Serdemê meşiya. Di meşê de hate gotin, “Xayintiya malbata Barzanî heta îro didome û her roj zêdetir dibe. Şehîdên me heta dawiyê li dijî xayintiyê li ber xwe dan.”

Dayika Aştiyê Suad Mistefa ji 5’ê Cotmehê ve tevlî hemî çalakiyên ji bo şehîdên Xelîfanê dibe. Misfeta wiha got: “Dijminê me dixwaze welatê me dagir bike. Zarokên me jî li dijî vê şer dikin. Heyf e kesên ku dibêjin bira ne, kemînê datînin. Ev 8 meh in cenazeyê zaroyên me li Xelîfanê di kemînê de şehîd bûne nadin me. Me çalakiya xwe ya li Sêmalka qedand lê çalakiyên me didomin. Em tim li qadan in û em ê li qadan bin. Beriya bi çend rojan em li Tirbêspiyê bûn. Duh li Efrînê. Di çalakiyan de em bang li raya giştî dikin, bang dikin ku her kes helwesta xwe diyar bike.”

‘Hewce bike em ê şehîd bibin’

Dayika Suad Mistefa herî dawî ev tişt anî ziman: “Ne tenê cenazeyên şehîdên Xelîfanê ji salên 90’î û wir ve cenazeyên zarokên me di destê wan de ne, çalakiya me neqediyaye, hewce bike em ê dîsa çalakiya kon bikin, em ê tim li ser piyan bin. Çi jî bikin ji bo ku em cenazeyê xwe ji dest wan bistînin tişta ku ji dest me tê, em ê bikin. Hewce bike em ê şehîd jî bibin. Em ê bi paş ve gav navêjin. Em dayik em ê li ser şopa zarokên xwe bin, li ber xwe bidin û têbikoşin. Berxwedan jiyan e, bijî berxwedan, bimre xayintî.” Çavkanî ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar