Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo Şengalê banga seferberiyê

Sîwana Meclisên Jinên Êzidî bal kişand ser zêdebûna gefên li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Şengalê banga seferberiyê kir

Navenda Nûçeyan |

Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji ber zêdebûna gefên li ser Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Li ser daxuyanî û banga Desteya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê, em jî weke Sîwana Meclisên Jinên Êzidî banga seferberiyê li tevahiya civaka êzidî û gelên kurdistanî dikin.”

Di daxuyaniyê de lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hat bibîrxistin û hat ragihandin ku di serî de Asayîşa Êzidxanê zextên li ser saziyên xweparastin û rêveberiyê yên li Şengalê vê dema dawiyê zêde bûne.

SMJÊ bal kişand ser konê ku li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan ku 100 roj in li gel gef û zextê jî xelkê Şengalê xwedî li asayîşa xwe derdikeve û wiha domand: “Bi pêşengiya jinên Şengalê, ji bo qebûlkirin û naskirina îradeya xweser a gelê Şengalê, bi rayedarên pêwendîdar re hevdîtin hatin kirin, rêya diyalogê hate ceribandin. Jinên êzidî yên li Şengalê û derveyî welat, bi tu awayî desteserkirina destketiyên Şengalê qebûl nakin. Jinên êzidî wê nehêlin ku êş û azarên 3’ê Tebaxa 2014’an bên dubarekirin.”

SMJÊ diyar kir ku êrîş û gefên tên kirin li dijî tevahiya civak, dîrok û xelkê êzidî ye û li ser vê bingehê banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Ji bo xwedîderketina li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bang li jin, ciwan, tevahiya gelên Kurdistanê û dost û hêzên demokrat hate kirin ku rabin ser pêyan.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiya ku îro li bajarê Celle yê Almanyayê pêk were, banga tevlibûnê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî wê saet di 14:00 de li ‘Grosser Plan, Celle’ pêk were.

‘Armanc ji vê lihevkirinê temamkirina qirkirinê ye’

Sîwana Meclisên Gundên Êzidiyan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ne peyman e, lê belê ferman e û ev tişt anî ziman: “Armanca wan jî ew e ku gelê me yê êzidî yê ji ber şûrên qirkirinê rizgar bûye û ev 6 sal in ji xwe re îradeyek ava kirine, pergalek xweser û azad damezrandine, vê yekê ji holê rakin, îradeya wan a xweser bişikînin û qirkirina neteweyî temam bikin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gilî û gazin ji van hêzan nabe, ya girîng ew e ku ew dersê ji xeletî û xemsariyên xwe derxînin û hat destnîşankirin ku ji bo mirov rabin ser pêyan divê li hêviya kesî nesekinin û daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Divê ev xemsarî û bêberpirsiyarî ji nava me rabe, weke em her car sozê didin şehîdên xwe, Rêberê xwe, divê em li wan sozên xwe xwedî derkevin û ne kêlîkê, belê her dem bi ruhê wan sozên xwe ve bijîn! Mam Zekî Şengalî, Egît Civyan û pir hevalên leheng hîn duh bû ji nav me ve bar kirin, çûn koça dawî! Encex wisa em karibin ji wan plangeriyên malxerab ên navdewletî re bibin bersiv û layiqî şehîd û rêberê xwe bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar