Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ji bo Şengalê name ji civaka navneteweyî re hat şandin

29 partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo Şengalê name ji wezîrên karên derve yên DYE, Fransa, Almanya, Iraq û Îngilistanê, her wiha ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re şandin

Navenda Nûçeyan |

29 sazî û partiyên kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê bê betalkirin û xwedî li Şengalê bê derketin, nameyeke hevpar nivîsîn.

Di nameyê de ku ji bo wezîrên karên derve yên DYE, Fransa, Almanya, Iraq û Îngilistanê û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê re hate nivîsandin, tirs û fikarên li ser Şengalê hatin vegotin.

Name wiha ye:

“Bi navê sazî û partiyên kurdistanî yên li Ewropayê kar dikin, têkildarî rewşa heyî û paşeroja Şengalê em bi fikar in ku Şengal ji bo êzidiyan cihekî stratejîk e. Piştî qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an li dijî êzidiyan kir, em li bendê bûn ku wê guhertineke bingehîn a perspektîfî bê kirin.

Mixabin em dibînin ku hikûmetên Bexda û Hewlêrê dersek ji vê qirkirinê dernexistine û nêrîna wan a li êzidiyan jî neguheriye.

Peymana navbera Bexda û Hewlêrê, îrade, destketî û saziyên demokratîk ên civaka êzidî ji nedîtî ve tê, şert û mercên ku bûne sedema qirkirinê ji nû ve ferz dike. Ev peymana ku bêyî bi êzidiyan bê şêwirandin hate amadekirin, li nava civaka êzidî bi tu awayî rewa nîne, derbasdar nîne. Ji bo êzidiyan pêwîstî rêveberiyeke demokratîk a hevpar heye ku statuya êzidiyan lê xweser be û karibin xwe bi xwe biparêzin. Çareserî tunekirina destketiyên heyî nîne, çareserî parastin û mayindekirina derfet û saziyên heyî ye.

Pêwîstî bi Êzidxaneke welê heye ku ji nû ve ava bûye, êzidî lê vegeriyane, xwedî rêveberiyeke piralî û demokratîk, bi cîranên xwe re di nava aştî û xweşbîniyê de ye.

Di encama gefên Erdogan de ku li Rojhilata Navîn piştgiriya hemû rêxistinên cîhadîst dike, hikûmetên Hewlêr û Iraqê bi zorê di bi navê ‘qanûn û sîstema dewletê’ de hewl dide dest deyne ser îradeya êzidiyan ku ev yek ji bilî piştgiriya ji bo siyaseta qirkirinê nayê tu wateyê.

Daxwaz û rica me ji we ew e ku di vê mijarê de derfetên xwe bi kar bînin, bandoreke erênî li hikûmetên Bexda û Hewlêrê bikin û tevkariyê li peydakirina çareseriyeke hevpar a bi nûnerên civaka êzidî re bikin.”

Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:

YNK (Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê)

Tevgera Gorran

KCDK-E (Kongreya Civaka Kurdistaniyan-Ewropa)

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ ya Kurdistana Başûr

Kongreya Star (Rêxistna Jinên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Europe

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekitiya Demokrat)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)

Partiya Çep a Kurd a Sûrî

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûrya.

PÇDKS (Partiya çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.

Partiya Rêkeftina Kurd a Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd a Sûriyeyê

Partiya Kesk a Kurdistanî ya Sûriyeyê

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Komanist a Kurdistanî ya Sûriyeyê

PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)

KKP ( Partiya Komînîst a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)

Yakitiya Şorşgerî ya Kurdistanê

KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhilatê Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilat a Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî ya li Sûriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistanê)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamî ya Kurdistanê)

Enstituta Kurdî – Almanya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclisa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekitiya Mamostayên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamya

Partiya Azadiyê Mezopotamya

Kurdistan human rights Association”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar