Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Ji bo serkeftina dîrokî pêngavek bêhempa

Rejîma AKP-MHP ji bo qirkirina sedsalî temam bike û ji bo rejîma xwe ya faşîst mayînde bike, sala 2022 û 2023’yan, ji bo xwe wek sala qederê diyarkiriye . Ji ber vê yekê, hêj di destpêka salê de dest bi amedekariyan êrîş û dagirkeriyan kir. Di 14’ê nîsanê de, li ser Zap, Metîna û Avaşîn dest bi êrîşan kir. Di mehên nisan, gulan û hezîranê de hemû çiyan, banî, gund û bajarên başûrê Kurdistanê kir qada şer. Di van êrîşan de bi dehan jin, zarok û xelkê sivil jiyana xwe ji dest da.

Bi berxwedana Zap, Avaşîn, Metîna êrîşên li ser Qadên Parastina Medya û başûrê Kurdistanê vala hat derxistin. Plana ku ji 2018 ‘an vir de li ser başûrê Kurdistanê dimeşînin têk çû. Di heman dêmî de bi hikûmeta Mustafa Kazimî re li ser Şengalê planek hat meşandin. Lê ev êrîş ji vala hat derxistin.

Piştî ku li Zap, Avaşîn, Metîna xitimî û hemû planên li ser başûrê Kurdistanê têk çû, vê carê berê xwe da rojavayê Kurdistanê. Di destpêka heyva temmuzê da bi daxuyaniyan xistin rojevê. Paşî jî ji bo jî hêzan destek werbigirin xebatên dîplomatîk meşandin. Lê ji ber ku konjuktura heyî ne guncav bû destûra dagirkeriyek bejahî nehate dayîn. Lê di aliyê hewayî de destûra hemû cure êrîş hat dayîn. Him DYA him jî Rûsya ji ber vê yekê dengê xwe dernaxin. Bi teybet piştî civînên li Tahran û Soçiye êrîşên xwe yên hewayî zêdekirin. Êrîşên Qamişlo, Kobanê, Amûdê,  Dêrikê, Hasekê û gelek cîhan kir. Çawa ku li başûrê Kurdistanê gelek jin zarok sivîl hatin qetilkirin li rojavayê Kurdistanê ji gelek zarok û sivîl hatin qetilkirin.

Dewlet tirk li başûr û rojavayê Kurdistanê li ber çavê hemû cîhan li ser gelê kurd qetlîaman dike, lê raya giştî ya cîhan û hêzên navneteweyî tu deng dernaxe. Eger destûra wan nebe dewlata tirk nikare ewqas êrîşên hewayî pêk bîne.Bi van êrîşan carek din hat îspat kirin ku pergala cîhan û xwediyê pergala cîhan bêwîjdan bêehlaq û li dij mirovahiyê ye. Dîsa bi van êrîşan, carek din hat îspatkirin ku hêza te ya cewherî nebe kes te wek hêz nahesbîne. Her tim wek amûrek bi kar anîn tê dîtin. Eger hêza te ya gel û şer nebe, hêzên navneteweyî dikarin te bi pênc kurusan bifroşin. Ji ber vê yekê, divê nêrîn sekin û bendewariyên  bi  hêzên biyanî  ve ezel û ebet were red kirin. Ev nayê wate ya redkirin û rastiya hêzan. Tu hêz sedî sed ne dost e ne jî dijmin. Bi hêza gelê bi rêxistinkiri  û bi seferberiyek netewî mirov dikare van êrîşên hewayî vala derxe. A niha tenê tê xwestin ku qada hewayî were girtin. Lê ev yek tenê bi xwestinê nabe. Dîsa tenê hastage li ser Twitterê nabe. Eger li Qomislo, Hasekê Kobanî û Dêrikê bi milyonan gel dakeve qadan û heta xwestek neyê qebûlkirin neçe mala xwe tax û kolanan tijî bike dîsa li hember hemû êrîşan amedekariyan xwe parastinê were kirin wê ev êrîş vala were derxistin. Ev daxwaz tenê ne rojavayê Kurdistanê hemû parçe û gelên Ewropayê jî bikeve qadan bi dîplomasiya gel a xurt wê ji raya giştî a cîhan jî destek werbigre. Desteka raya giştî wê li ser hêza bandor bike.

Xuyaye ku wê dewleta tirk heta meha mijdarê li ser rojava û başûrê Kurdistanê êrîşên xwe bidomîne. Wê paşî ji berê xwe bide hundir. Li ser HDP û civakê wê êrîşên xwe zêde bike. Îxtimalek HDP were girtin û li ser civake ji operasyonên qirkirinê pêk bînin . Êrîşên li ser kurdan tenê têra wan nake îxtîmale nakokiya laîk û antî laîk ji li pêş bixin. Bi kurtasî ji bo têk neçin wê hemû rêbazan bi kar bînin.

Ji ber vê yekê em ketin roj û heyvên krîtîk. Ev 7-8 mehên pêşiya me mehên dirokî ne. Wê polîtîkayên sedsali têkoşîna 50 salî û pêvajoya heft salî di van mehan de diyar bibe. Ji ber vê yekê jî têkoşîn û jiyanek ji rêzê nabe. Dive bi rihek seferberî têkoşînek mezin were dayîn. Divê çi hêza kî hebe bixe dewrê. Hemû derfet, îmkan, hêz, hest, rîh û mêjûya xwe bixe dewrê. Eger bi rihek mezin û bi baweriyek xurt hemû gel, sazî, dezgeh, siyatemdar, rewşenbîr, dost, heval bi rihek seferberî xwe tev li vê demê bike wê polîtîkayên qirkirinê ên sedsalê têk biçin wê salên pêş me bibin salê serketin û azadiyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar