Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ji bo şermezarkirina Erdogan banga tevlêbûnê çalakiyê

FEDA û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo tevlêbûna çalakiyên şermezarkirina Erdogan ku dê di 17’ê kanûnê de li Cenevreyê bên lidarxistin, banga tevlêbûnê li hemû kurdistanî û dostên wan kir

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê têkildarî serdana serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a ji bo Cenevreyê, daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de ji bo çalakiya şermezarkirinê ku dê di 17’ê kanûnê de banga tevlêbûnê li kurdistanî û dostên wan hate kirin.

Di vê çarçoveyê de FEDA’yê di serî de vexwendina Erdogan a ji bo 1’emîn Foruma Penaberan a Global şermezar kir. FEDA’yê di daxuyaniyê de zextên giran ên dewleta tirk û dagirkeriya wê ya li Rojava hat bibîrxistin û ev tişt hatin parvekirin: “Çeteyên xwînrij ên Erdogan bi rojane li Rojava bi çekên kîmyewî û yên qedexekirî êrîşî mirovan dikin. Ji ber van êrîşan bi dehan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran mirov ji warê xwe bûn û bûn sedema penaberiyê.”

‘Erdogan kesekî ketî ye û ji xwînê têr nabe’

Daxuyaniya FEDA’yê wiha dom kir: “Bi tu awayî nayê qebûlkirin ku dîktatorekî bi vî rengî yên xwînrij ku mirov penaber kiriye di bernameyeke wiha de bi welatên cuda re serokatiyê bike. Erdogan kesekî ketî ye ku ji zilmê û xwînê têr nabe. Tevlêbûna kesekî bi vî rengî li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û beşdariya li forûmeke ji bo du rojan, nîşaneya komkujî û êrîşeke nû ye. Em bang li hemû kesî bi taybet jî li elewiyan dikin ku di 17’ê kanûnê saet di 11.00’an de li herêma Place des Natîons a li Cenevreyê beşdarî çalakiya li dijî dîktator Erdogan bibin.”

‘Destûrê nedin ku Erdogan bê welatê we’

Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê jî daxuyaniyek weşand û ev tişt destnîşan kir: “Em serdana dijminê gelên Tirkiye û cîhanê Erdogan ê faşîst a li Cenevreyê şermezar dikin. Erdogan lîderê paşverûtî û faşîzmê ye. Em ji gelên Ewropayê re dibêjin, bi taybetî bang li hunermend, rewşenbîr û gelê Swîsreyê dikin ku şefê DAIŞ’ê Erdogan ê dîktator û faşîst ku zirarê dide nirxên demokratîk û dijminê gelane bila neyê welatê we. Destûra vê yekê nedin. Em bang li her kesî dikin ku di 17’ê kanûnê saet di 11:00’an de li Place des Natîons a Geneve li dijî dîktator tev li çalakiya şermezarkirinê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar