Navenda Nûçeyan |
Penaberê kurd ê 24 salî ku li Navenda Penaberan a Korinth a Yewmenistanê 17 meh in girtî ye, bi armanca girtina xwe şermezar bike, dawî li jiyana xwe anî. Penaberê ku navê wî nehat fêrbûn, doza ku jê girtiye îro hat dîtin. Piştî heyetê biryara berdewama girtina wî da, bi armanca vê biryarê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî. Piştî girtî dawî li jiyana xwe anî, kesên li navenda binçavkirinê dest bi çalakiyan kirin. Penaberan di çalakiyê de agir bi hin beşên navendê xistin. Polîsan mudaxaleyî çalakgeran kir. Tevgera Yekitiya li Dijî Gefên Faşîst û Nijadperest (KEERFA), piştî vê yekê daxuyanî da û wiha got: “Ev ne întîxar e. Encama zagonên hikûmeta Yewmenistan û Yekitiya Ewropayê ye.”