Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo siberojek ronî Partiya Çepên Kesk’

Ji namzetên Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça, destnîşan kir ku ew bi hezaran hevalen xwe re ji bo tarîtiya îktidarê bidin sekinandin têdikoşin û wiha got: “Ji siberojek ronî divê herkes li dora Partiya Çepên Kesk bicivin.”

Partiya Çepên Kesk ji bo 14’ê Gulanê hilbijartinên parlamenteriyê lîsteya xwe ya namzetan aşkere kir û di 11’ê nîsanê de danasîna wê kir.

Herî zêde namzetên jin di Partiya Çepên Kesk de cih girtin. Di lîsteya namzetan a 34 bajarî ya Partiya Çepên Kesk de jinan di rêza yekemîn de cihê xwe girtin. Ceylan Akça jî di dora 8’emîn a namzetan a Amedê ya Partiya Çepên Kesk de cih girt. Ceylanê têkildarî têkoşîna jinan û jinên wekî namzet hatine nîşanda siberojeke çawa ji civakê re ava bike nirxandin kir.

‘Nûnertiya wekhev tenê di Partiya Çepên Kesk de’

Akça bi lêv kir ku Partiya Çepên Kesk wekî partiyên din jin tenê wekî sembolîk nîşan nedaye û wiha got:”Ez ji Amedê me û di 8 saliya xwe de ji wir veqetiyam. Di 8 saliya xwe de ez mecbûr mam ji gundê xwe yê ku pevçûn lê diqewimîn koç bikim. Niha ez ê ji herêma xwe xizmetê bikim loma ev min kêfxweş dike. Partiya Çep a Kesk pratîka nûnertiya wekhev derdixe holê. Partiya Çepên Kesk wekî sembolîk jin wekî namzet nîşan nedaye. Loma ez ji Partiya Çepên Kesk bûm namzet.”

‘Desthilat ji jinên xwedî gotin aciz e’

Akça da zanîn ku jinên kurd ji ber nasnameya xwe tên çewisandin û got:”Dema em li daraza heyî dinêrin sîstemeke maskulen, patriarkal e û jinan nabîne. Îktidara heyî ji jinên ku di siyasetê de xwedî gotin in aciz e. Tifaqa Cumhur destkeftiyên jinan bi tifaqên paşverû tune dike. Îktidar ji Peymana Stenbolê vekişiya, 6284’an ji nîqaşê re vedike. Nerehetiya xwe ya li dijî jinan bi rehetî dibêje. ”

Akça da zanîn ew ê li meclîsê gotina xwe bikin û got:”Îktidara 22 salan jin di tarîtiyê de hepis kiriye. Em ji îktidarê dibêjin hûn nikarin jinan bikin qurban. Ez û bi hezaran hevalên wekî min ji bo em tarîtiya îktidarê bidin sekinandin em tên. Em ê li meclîsê gotina xwe bikin.”

‘Wê ronahiyê hilbijêrin ne tariyê’

Akça da zanîn Partiya Çepên Kesk ji bo jinan siberojeke xweş derdixe pêş û wiha pê de çû:”Keça min a 10 mehî heye. Ez ji bo wê siberojeke baş dixwazim. Ez ji bo hemû kesî siberojeke baş dixwazim. Ez bang li kesên siberojeke ronî dixwazin dikim. Ji bo hemû kesî lê bi taybet ji bo jinan dibêjim. Lê ez bawer im wê ronahiyê hilbijêrin ne tariyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar