Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji bo şikandina tecrîdê çalakî pêk anî

Hat diyar kirin ku Zulkuf Gezen ê di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kiribû û şeva din ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, ji sala 2007’an ve girtiye. Birayê Gezen Ahmet Gezen, bal kişand ser çalakiya birayê xwe û got: “Birayê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî. Serê gelê kurd sax be.”

Zulkuf Gezen ê di 1’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, şeva din dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Gezen rakirin, morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Namik Kemal.

Malbata Gezen a agahî girtin, ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin çûbûn Tekirdagê û cezaneyê kurê xwe girtin di van kêliyan de bi cenazeyê kurê xwe re li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê rawestiyane. Li bendêye ku malbat bi balafira saet 00.00’an ber bi Amedê ve bikevin rê.

Apê Zulkuf Gezen Ahmet Gezen, beşdarî bernameya Televîzyona Medya Haber bû û wiha axivî: “Cezayê muebeta giran li biraziyê min hatibû birîn û ev 12 sal bûn girtî bû. Biraziyê min ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev çalakî pêk anî. Serê gelê Kurd sax be. Zulkuf ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev çalakî li dar xist. Serê hemû gelê Kurd sax be.”

Malbatê hemû kes vexwend merasîma cenaze

Apê Gezen, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Biraziyê min piştî girtîgehên Amed û Sîncanê sewqî, Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê hatibû kirin. Malbata min li Stenbolê cenazeyê wî girtin û niha li balafirgehêne. Cenaze dê saet 00.00’an de bi balafirê bînin Amedê. Emê sibe cenazeyê wî defin bikin. Ji bo xwedî derketina cenaze, em hemû gelê kurd vedixwînin Goristanan Yenîkoyê.”

Apê Gezen, destnîşan kir ku biraziyê wî di 12’ê Îlona 2012’an de jî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û astengiyên li dijû zimanê Kurdî, ketibû çalakiya greva birçîbûnê.”

Gezen di sala 2007’an de hat girtin

Zulkuf Gezen di 10’ê cotmeha 2017’an de, li Semta Balikçilarbaşi ya navçeya Sûr a Amedê, bi hinceta di êrîşeke pêk hat de, polîsekê jiyana xwe ji dest da û 2 jê polîs 6 kes birîndar bûn de, hat girtin û doza derbarê Gezen hat vekirin de, di 19’ê Sibata 2010’an li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi encam bibû.

Gezên 7 rûpel parastina siyasî pêşkêşî dadgehê kiribû û dadgehê, cezayê muebeta giran û bi giştî 109 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Gezen birîbû. TEKÎRDAG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar