Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ji bo şikandina tecrîdê em ê her tiştî bikin’

Nobeta ku parlementerên HDP’ê li dijî tecrîda Îmraliyê dabûn destpêkirin, didome. Parlementera HDP’ê Nûran Îmir got “Ji bo şikandina tecrîdê çi têkeve serê milê me, em ê bikin.”

Parlementerên HDP’ê li hemberî tecrîda Îmraliyê 14 roj in nobeta edaletê didomînin. Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mahmut Celadet Gaydali, Erol Katircioglu, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik ve Nuran Îmîr beşdarî çalakiya îro bûn.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr di çalakiyê de diyar kir ev tecrîd bandora xwe li ser derûniya hemû mirovahiyê, siyaseta vî welatî û polîtîkayên şer dike û got “Destilatdariya AKP û MHP’ê bi israr tecrîdê bi taybetî jî girêdayî polîtîkayên şer ku îro dide meşandin jê feyz digire û dixwaze welat di bin taritiyê de û aloziyê de bimîne. Di heman demê kiryarên xwe yên dijmirovahî û dijhiqûqî dide meşandin. Em li hemberî hemû zordariyan û zextan yên li ser gelan tê meşandin di her şert û mercan de di nav têkoşînê de ne. Li girava Îmraliyê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hiqûqa taybet bingeha xwe û hêza xwe ji ku digire divê bê aşkerekirin. Ji 21’ê kanûnê heta îro bi dehan parlamenter ji bo ku li grava Îmraliyê çi diqewime, çima ew derî nayê vekirin vê çalakiyê dikin lê desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî hemû çalakiyan durûtiyê dike û bêdengiya xwe didomîne.”

Tecrîd parçeyek ji şerê taybet e

Îmîr got “Fikr û ramanên me, xemên bi milyonan welatiyên me hene. Ev xwestek ne tenê xwesteka me ye. Ji sala ku bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin heta îro tecrîdeke mayînde tê meşandin. Lê bi taybetî jî ev du sal in Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Hinceta ku desthilatdarî dide nîşandan diyar dike ku ev desthilatdar hiqûqa xwe binpê dike. Hîn zedetir pêşiya kaosê vedikin. Em dizanin hûn bi polîtîkayên şer emrê desthilatdariya xwe dirêj dikin. Ev tecrîda ku hûn li Îmraliyê dimeşînin jî parçeyekî şerê taybet e. Di vî şerî de her roj bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyekî ve jî di bin xizaniyê de ne. Hem qanûnên Tirkiyeyê û hem jî yên navneteweyî tên binpêkirin”

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr diyar kir ku îro pîvan û rêgezên hiqûqê tên binpêkirin û wiha got: “Demildest divê dev ji vê hiqûqa kêfî berdin. Em dixwazin pêşiya kaosê bigirin, pêşiya vê xitimandina siyasî vekin. Lewma Abdullah Ocalan rastiyeke Tirkiyeyê ye. Bi qedexekirinê, bi krîmînalîzekirinê, bi tecrîdê hûn sekna wî jî, giraniya wî bidin sekinandin jî ew xwedî giraniyeke mezin e, dikare bi giraniya xwe bi gotinên xwe di rewşa siyasî de guherandineke mezin bike. Em HDP di her qada jiyanê û di têkoşîna siyasî de me gotiye em tu wextî nebûne alîgirên şer. Her tim sekna me têkoşîna me ji bo azadiya ramanan e, ji bo pêşketina vî welatî ye. Ji bo siyaseta demokratîk e. Yên ku îradeya gelan nas nakin îpotekê didin ser îradeya gelan, bi sîstema xwe bi polîtîkayên xwe têk diçin. Polîtîkayên wan ên neyartiyê yên li ser gelê kurd tu encamê nade. Xêra wê ji vî welatî re tune ye. Lewma hêzên ku dixwazin li Tirkiyeyê kaos belav nebe, ew hêzên ku destê xwe dirêjî vê pêvajoyê dikin û dixwazin bibin hêz, kurd û tirkan tînin hemberî hev. Polîtîkayên AKP û MHP’ê xizmeta vê yekê dike.

‘Deriyê Îmraliyê vekin’

Divê desthilatdarî dev ji neyartiya kurdan û dijberiya siyaseta demokratîk berde. Ji bo şikandina tecrîdê li ser me çi ferz be, em ê vê bikin. Bi rojan e em parlementerên gel di nav çalakiyan de ne, ev çalakî li kijan welatî bihata kirin ew ê desthilatdariyê hemû karên xwe bida sekinandin û çareserî jê re bidîta. Lê ji ber ku sûdê ji vê yekê digirin, bi vê yekê emrê desthilatdara xwe dirêj dikin. Li hemberî vê rewşa xetere de em di nav çalakiyê de. Ev 2 sal in parêzerên Abdullah Ocalan nêzikî 300 caran serî li Wezareta Edaletê dane lê ne erênî ne neyînî bersiv nehatiye dayîn. Her wiha CPT ji bo hevdîtinê çûbû girava Îmraliyê em pê hesiyan Abdullah Ocalan bi CPT’yê re hevdîtin nekiriye. Divê desthilatdariya AKP’ê deriyê Îmraliyê veke, heyeteke serbixwe, parêzer û heyetên me biçin girava Îmraliyê. Dev ji vê binpêkirinê berdin. Îro dixwazin pergala li Îmraliyê li hemû derê mîsoger bikin, lê em ê destûr nedin. Em dixwazin ev welat bi fikr û ramanên azad bi pêş bikeve. Bi qedexeyan, bi polîtîkayên ewlehiyê pêşketina vî welatî çênabe. Bi kuştinê jî çênabe. Em ê bi rêya hiqûqê roleke dîrokî bilîzin. Ji ber ku tu agahî ji girava Îmraliyê nayê di kesayetiya hevserokên me de, wekî parlamenterê HDP’ê me serlêdan kir lê heta niha tu bersiv nehatin dayîn. Em bang li Wezareta Edaletê dikin divê demildest heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê û deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar