Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Ji bo siyasetmedaran ji 1000 jinî name

Hewldana Ji bo Jinên Nexweş ên Girtî 1000 Jin, bi nameyekê ji siyasetmedaran xwestin ku rewşa girtiyên nexweş bikin beşek ji manîfestoyên xwe ya hilbijartinê û helwestên aşkere bikin.

Hewldana Ji bo Jinên Nexweş ên Girtî 1000 Jin, di demeke ku ji hilbijartina 2023’yan a serokkomariyê û ya giştî re demeke kurt maye de ji bo jinên girtî ên nexweş ji siyasetmedaran re nameyek weşand. Jinan di nameya xwe de diyar kirin ku divê tahliyeya girtiyan wekî beşek ji danezana hilbijartinê bê destgirtin û ji bo reforma darazê xebat bên kirin. Herwiha jinan xwest ku hemû siyasetmedar li mafê jiyanê yê girtiyan xwedî derkevin û ji bo vê tişta ku wê bikin bi raya giştî re parve bikin.

Nameya jinan bi giştî wiha ye: “Em komek jinên ku ji bo mafê jiyanê yên girtiyên jin ên nexweş têkoşînê dikin e. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtî hene ku gelek ji wan nexweşên giran in. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan, heta nîsana 2022’yan hatibû diyarkirin ku hezar û 517 girtiyên nexweş hene, 651 ji wan jî nexweşên giran bûn. Tenê di sala 2021’ê de 7 jê piştî ku înfaza wan hat taloqkirin herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine.

Mafê herkesî ya jiyana bi tendurist heye

Me di destpêka sala 2022’yan de, di demekê de ku rewşa tenduristiyê ya yek ji girtiyên siyasî yên nexweş Aysel Tûglûk her ku diçû xirab dibû, kampanyaya ‘1000 jin ji bo Aysel Tûglûk’ da destpêkirin. Di şexsê Aysel Tûglûk de ji bo parastina mafê jiyanê yê bi sedan girtiyên nexweş ên ku gelek ji wan nexweşiyên wan giran in, ji bo li malên xwe û di nava hezkiriyên xwe de bijîn û bên dermankirin hatin gel hev. Aysel Tûglûk bi saya ked û hewldana jinên li Tirkiyeyê têkoşînê didin û ji çar aliyên cîhanê piştgirî ji vê têkoşînê re hat dayîn  êdî niha ne digirtîgehê de ye. Lê gotina ku me got dema me dest bi vê kampanyayê kir hê jî derbasdar e; Em nikarin rê bidin ku girtiyên nexweş li ber çavan terkî mirinê bên kirin.

Mafê herkesî ya jiyana bi tendurist heye û parastina vê mafê jî ji bo me girîng e. Heke li girtîgehan mafê jiyanê nayê parastin, tê tehdîtkirin, demokrasî û mafê mirovan tê binpêkirin, mirov nikare li derve jiyaneke azad û demokratîk bijî.

Rehînên siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê

Di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de em bi rastiya desthilatdariya AKP’ê ya 20 salan re rûbirû man. Jiyana welatiyên xwe berçav negirtiye û ji bo jiyana bi tendurist û ewle ya welatiyên xwe tu tedbîr negirtiye. Erdhejê di warê civakî û siyasî de wêraniyê derxist holê. Di encamê de girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê kirin. Em dengê wan dibihîzin û em dixwazin ev deng li her derê bê bihîstin. Piştî Aysel Tûglûk em ji bo girtiyên jin ên nexweş ên li girtîgehan jî têkoşîna xwe didomînin. Îro em dizanin ku gelek ji wan girtiyan tenê ji ber kirin û gotinên xwe yên di çarçoveya azadiya fikir û raman, azadiya civîn û xwepêşandanê de di girtîgehê de ne, rehînên siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê ne. Girtiyên siyasî yên nexweş piştî azadbûnê rastî gefan tên û mûxalefeta civakî jî bi vî rengî hewl dide ku bikişîne nava tirsê. Dewlet mecbûr e ku mafê jiyaneke bi tendurist ji bo hemû girtiyên nexweş biparêze. Di vî warî de ji ber sedemên bîrdozî tu standard nayên dîtin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan û mafê wan hebe ku di bin çavdêriya xizmên xwe de, di nava şert û mercên saxlem de û bêyî ku zirarê bidin rûmeta mirovan, bên dermankirin. Bi baweriya ku ev daxwaz parçeyek ji hêviya siberoja demokratîk e, em biryardariya xwe ya berdewamkirina têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên jin ên nexweş radigihînin.

Rewşa girtiyên nexweş divê beşek ji manîfestoya hilbijartinê be  

Di demek nêzîk de li pêşiya me hilbijartinek heye. Di hilbijartinên serokomarî û parlementoyê de, divê girtiyên nexweş di rojeva takekesî û partiyên siyasî û tifaqan de bin. Ev pêdiviya demokrasiyê ye. Parastina mafê jiyanê ku divê di nav sozên herî pêşîn ên qada siyasî de be. Heya ku jiyana li girtîgehan bi hêsanî were dayîn, ne mimkûn e ku jiyana me li derve bi nirx û ewle be. Bi vê mebestê em teqez dikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji beyannameyên hilbijartinê û xebatên reforma darazê. Ji ber ku em dizanin ku piraniya van kesan ji ber nêrînên xwe yên siyasî li girtîgehan nexweş ketin, rastî îşkence, zext û tecrîdê tên û bi awayekî sîstematîk ji xizmetên tenduristiyê bêpar in, em dixwazin teqez bikin ku divê serbestberdana girtiyên nexweş bibe beşek ji manîfestoya hilbijartinê û hewldanên reforma dadwerî. Di rojevê de anîna daxwaza azadiyê ya ji bo girtiyên nexweş jî wê hewldanek pir bi nirx be. Planan bi raya giştî re parve bikin.

Em ji we hêvî dikin ku hûn mafê jiyanê yê girtiyên nexweş biparêzin û we vedixwînin ku hemû tedbîrên xwe bigirin an jî tevkariyê li pêkanîna hemû tiştên ku di vî warî de bên kirin û planên xwe yên di vî warî de ji raya giştî re aşkere bikin.”

Hewldana Ji bo Jinên Girtî ên Nexweş 1000 jin

Di destpêka sala 2022’yan de ji bo Aysel Tûgluk jin hatin cem hev û kampanya “1000 jin ji bo Aysel Tûglûk” dan destpêkirin. Jinên ku ji bo parastina mafê jiyanê û dermankirinê hatin gel hev, di pêvajoya berdana Aysel Tûglûk a ji girtîgehê de bi bandor bûn. Bi hezaran jinên ji welat piştgirî dan kampanyayê, di qada navneteweyî de jî piştgiriyeke mezin girt û ji bo bilindkirina rewşa girtiyên nexweş tevli xebatên mezinkirina kampanyayê bûn.

Jinên ku di meha adara îsal de daxuyaniyeke nû weşandin, diyar kirin ku gotinên wan ên di kampanyaya ji bo Aysel Tûglûk de gotine hêj jî rast in û ew ê rê nedin girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû bên hiştin.

Jinan bangek nû kirin û gotin, “Em ku kampanyaya 1000 jin ji bo Aysel Tûglûk dest pê kir û meşand, niha doza mafê tenduristî û jiyana girtiyên jin ên nexweş dikin û em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo nexweşan bidomînin. Girtiyên jin di wê baweriyê de ne ku ev daxwaz parçeyek ji bendewariya siberoja demokratîk e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar