Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

‘Ji bo têkoşînê berê xwe bidin çiyê’

Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Guneş diyar kir ku ew di rêya azadiyê de bi pêş ve diçin û destnîşan kir ku sekna bi rûmet bi têkoşînê dibe.

Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Guneş derbarê modernîteya kapîtalîst û jinan axivî û ev tişt anî ziman: “Fêhmkirina hişmendiya jinan û bicihanîna wê, aşkera kir ku Rêber Apo çiqasî mafdar e. Sîstema modernîteya kapîtalîst di nava krîz û kaoseke mezin de ye. Ev krîz roj bi roj girantir dibe. Tevî ku hewl dide jê rizgar bibe, nikare bike. Jinên ku hêza guherîn û veguherînê ya civakê ye, cihê xwe yê li nava vê sîstema kapîtalîst aşkera ye. Rêberê me di parêznameyên xwe de gelek caran vê yekê tîne ziman û weke alternatîf jî sîstema modernîteya demokratîk diyar dike. Rêberê me gihîştiye serbilindiya mirovê azad û têkoşîna vê yekê jî bi îradeyeke bêhempa dimeşîne. Em di wê baweriyê de ne ku em ê li ser vê rêya serketinê bi pêş bikevin. Zîhniyeta desthilatdarîperest a hegemonîk ku vê yekê dibîne, heta jê tê êrîşî Rêberê me dike.

Ez dixwazim van tiştan ji jin û ciwanên kurd re bibêjim: Xwedî li têkoşîna berxwedanê ya Rêberê me, şehîdên me û hevrêyên me derkevin. Wê sekneke bi rûmet be ku berê xwe bidin çiyayên azad. Ji bo xwedîderketina li keda Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd bûne; ji bo xwedîderketina li têkoşîna jinan ya Sara, Bêrîtan û Têkoşînan, divê berê xwe bidin çiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar