Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Ji bo têkoşîneke hevpar bang li jinan kirin

Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî tundî, qanûna înfazê, tayînkirina qeyûman, îstîsmarê bi dirûşma “Têkoşîna jinê li her derê ye” kampanyayek dabû destpêkirin. Kampanyaya hatiye destpêkirin bênavber didome. Têkildarî kampanyayê jinên meclisê axivîn û ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin.

Endama Meclisa Jinan a Hatayê Seher Cevheroglû bi bîr xist ku kampanya di 10’ê hezîranê de dest pê kiriye û got ku ew û rêxistinên jinan hemû dê bên cem hev, bi hev re têbikoşin û çalakiyan li dar bixin.

Cevheroglû anî ziman ku di çarçoveya kampanyayê de ew ê li ser medyaya civakî der barê tayînkirina qeyûman, qanûna înfazê û tundiya li ser jinê daxuyaniyan parve bikin û wiha got: “Di çalakiyên xwe de em ê nîşan bidin ku em li her derê ne.”

Di axaftina xwe de Cevheroglû destnîşan kir ku ew ê di vê pêvajoyê bêtir bên cem hev du û ev tişt diyar kir: “Çimkî faşîzma AKP-MHP’ê ji 2016’an ve destkeftiyên jinan tune dike. Şewb jî ji bo vê bû keys. Çi tiştên ku xeta me ya mor be êrîşî wan dike. Ev mesele tenê ne ya jinên herêmekê ye, meseleya gelên Tirkiyeyê hemûyan e. Em ê li ser medyaya civakî, çalakiyên hayjixwebûnê, daxuyanî, xeleka mor hwd. li dar bixin. Wekî her carê em ê niha jî bi têkoşînê bên cem hev û hêzê li hêza hev zêde bikin. Nîviyê nifûsê jin in, em jiyan bi xwe ne. Li malê, li kuçeyan, di siyasetê de em ê tim û tim xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Bijî piştevaniya jinê.”

Bang li hemû jinan kir

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê Saniye Seçgîn diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de ew ê li bajêr hin çalakiyan li dar bixin û da zanîn ku bi taybetî di demên dawî de êrîşên li ser jinan zêdetir bûne.

Seçgîn got ku li dijî qeyûman, îstismar, qanûna înfazê û tundiya ku her diçe zêdetir dibe ew ê dakevin qadan têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Jin pev re bihêz in. Heger em pev re têbikoşi em ê karibin pêşî li êrîşan bigirin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û têbikoşin.”

Êrîş zêde bûne

Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Songul Şarkli anî ziman ku wan Meclisa Jinan a HDP’ê ya Antalyayê di 10’ê hezîranê de kampanya dane destpêkirin û got ku dê bi vê kampanyayê re li dijî tundî, xespkirin û cihêkariyê têkoşin û dev jê qadan bernedin.

‘Em ê têbikoşin’

Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer jî destnîşan kir ku li her derî ew ê qanûna înfazê, îstismarê, qeyûman û êrîşên li ser destkeftiyên jinan teşhîr bikin û diyar kir ku jin bi hezaran sal e li dijî kedxwarî û newekheviyê têdikoşin û wiha got: “Lê hê jî jin tên kuştin û tundî zêde dibe. Lê li hemberî vê muqawemeta jinê jî zêde dibe. Êrîşên li ser jinan bêyî ku guh bide hêla siyasî û çandî ya kesan êrîşa li ser hemû jinan e. Ev êrîş li ser me tevan tên kirin. Muqawemeta têkoşînê jî ya me hemûyan e. Wê jin ne bi jinantî li gor hiqûqa jinbûnê têbikoşin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar