Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Ji bo temsîliyeta rast dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Pîr Riza Yagmûr: Du rê hene; ya ronahî yan jî tarîtî. Ji bo jiyaneke bi hev re ya gel û baweriyan divê em hêza xwe bikin yek û dawî li vê sîstemê bînin. "Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina parêzvanên rastiyê û dijberên rastiyê.”

Ji Pîrên Ocaxa Dervîş Cemal Riza Yagmûr hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re nirxand.

Yagmûr diyar kir ku dîroka komarê bi qirkirina li hemberî gelê kurd derbas bû û got, “Ev sedsal bi înkarkirin û tunekirina kurdan derbas bû. Li hemberî elewiyan jî heman tişt hate kirin. Eger em naxwazin di sedsala nû de bikevin nava tarîtiyê divê ev sîstema Mûawiye biguhere. Eger bi vê sîstemê bikevin sedsala nû hingî gel û bawerî wê bikevin qirika hev. Wê bibe serdemeke tarî. Ya wê tarîtî bê tercîhkirin ya jî rêya ronahiyê bê tercîhkirin. Ji ber vê yekê divê kurd, elewî, kedkar, demokrat û hêzên sosyalîst li hemberî vê yekê bibin yek. Divê em bi sîstemeke nû bikevin sedsala nû. Ji bo jiyaneke bi hev re ya gelû baweriyan divê em hêza xwe bikin yek û dawî li vê sîstemê bînin.”

‘Têkoşîna 50 salî ya kurdan dîroka berdêlan e’

Yagmûr anî ziman ku gelê kurd bi Tevgera Azadiyê re di têkoşîna 50 salî de berdêlên giran da û nerazîbûn nîşanî Erdogan da ku têkoşîna kurdan weke ‘terorîst’ pênase dike. Yagmûr got, “Têkoşîna 50 salî ya kurdan dîroka berdêlan e. Heqîqetê temsîl dikin. Ji yên ku heqîqetê temsîl dikin re terorîst nikare bê gotin. Yên ku li hemberî heqîqetê têdikşoin û tune dihesibînin terorîst in. Zilm nema ku li kesên heqîqetê temsîl dikin hate kirin. Zarokên kurdan bi çekên kîmyewî qetil dikin, dixin zindanê, bi her awayî zilmê dikin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina parêzvanên heqîqetê û yên li dijî heqîqetê şer dikin. Li dijî vê zilmê, ji bo parêzvanên heqîqetê çi ji destê kê tê divê bike.”

‘Ya ronahî yan jî tarîtî’

Yagmûr destnîşan kir ku eger desthilatdariya AKP-MHP’ê careke din bi ser bikeve wê welat bi faşîzm an jî monarşîzmê bê birêvebirin, metirsî wê hebe ku careke din hilbijartin neyê kirin û got, “Ya ronahî yan jî tarîtî. Du rê hene. Di baweriya elewîtiyê de ‘îqrar’ heye. Hewl didin ku elewiyan ji îqrarê qut bikin. Bila elewî li dora îqrarê bicivin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Tifaqa Ked û Azadiyê tifaqa maf û hiqûqê ye; divê elewî tevlî tifaqa maf bibin. Banga min li kurdan, kedkaran, sosyalîstan, misilmanên ji dil e. Weke mirovekî oldar dibêjim; li ber Tifaqa Cûmhûr rabin ku li dijî heqîqetê şer dike. Eger ew bi ser bikevin wê careke din hilbijartin nebe. Welat wê bikeve nava tarîtiyê. Ji ber vê yekê jî di hilbijartinên parlamenteriyê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, di hilbijartinên serokkomariyê de jî li dijî Erdogan dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar