Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ji bo tola mezin hilînin di 15’ê Tebaxê de tevlî refên gerîla bûn

Komek ji ciwanên kurd û enternasyonalîst di salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ji tola mezin hilînin di 152ê Tebaxê de beşdarî nava refên gerîla bûn.

Komek ji ciwanên kurd û enternasyonalîst ku demeke perwerde didîtin, bi merasîmekê soz dan û tevlî nava refên gerîla bûn.

Merasîm li salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê rast hat. Ciwanên kurd, ereb û neteweyên cuda piştî merasîmê daxuyaniyek dan.

Gerîlayên nû Pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera 40’emîn de li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gelê kurd ê welatparêz pîroz kirin û gotin, “Bi gava ku di 15’ê Tebaxê de bi rêbertiya Rêber Apo û pêşengiya fermandarê efsanewî hevrê Egîd de hate avêtin, gora ku weke qederê li gelê kurd hatibû ferzkirin hate parçekirin û kurd ji nû ve bi ser xwe ve hat. Hevrê Egîd îdeolojiya Rêber Apo, ruhê berxwedanê yê Mazlûm, Ferhat, Kemal, Mehmet Xeyrî û Sara temsîl dikir.”

Koma ji ciwanên Kurd û enternasyonalîst ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê gavê li ser bingeha îdeolojîk tola bi hezaran salan hilanî û got, “Yanî di 15’ê Tebaxê de toleke mezin hate hilanîn.”

Gerîlayan diyar kirin ku 15’ê Tebaxê di heman demê de derb li mejiyê bi serweriya mêr hate xistin, bi Sara, Bêrîtan û Zîlanan temsîliyeta we dît û gotin, “Partiya me PKK beriya her tiştî partiyeke jinê ye. Ji ber vê jî jin ên ciwan divê xwedî li Rêber Apo û PKK’ê derkevin û berê xwe bidin çiyayên azad.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em weke komek ji jin û mêr ên Kurd û enternasyonalîst ji bo bicihanîna vê wezîfeya pîroz hatin çiyayên Kurdistanê û di salvegera 40’emîn a vejînê de perwedeya xwe temam kirin û beşdarî refên gerîla bûn. Banga me li hemû ciwanên Kurdistanê û cîhanê ye; tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar